Dorpêç didome, rewşa mirovî giran dibe

Li Kobanê ji ber dorpêça ku j 20’ê Çileyê ve li ser hatiye ferzkirin, rewşa mirovî her ku diçe giran dibe.

Dorpêç didome, rewşa mirovî giran dibe
9 sibat, 2026   10:27
KOBANÊ

Komên girêdayî hikumeta demkî ya Sûriyeyê ji 20’ê Çileyê (2026) ve. dorpêçeke giran danine ser bajar Kobanê. Di encamê de derman, şîrên zarokan, xurek û pêdiviyên din ên jiyanî pir kêm bûne. Rewşa mirovî û debarê ya nêzî 600 hezar kesên li vir dimînin her ku diçe giran dibe.

Tevî dorpêça giran Kobanê zêdetirî 200 hezar kesên ji ber êrişên demên dawîn reviyane pêşwazî kirine û li nêzî 70 navendan bi cih kiriye.

Qutbûna bi temamî ya înternêtê û ceyranê zehmetiyên şêniyan zêdetir kirine. Kêmbûna sotemeniyê bandoreke neyinî li qada xizmetguzariyê kiriye.

Dewleta Tirk a dagirker rê nade alîkariyên ku xelkê Bakurê Kurdistanê kom kirine, derbasî Kobanê bibin.

Bi armanca nîqaşkirina mekanîzmeya pêkanîna peymana 29’ê Çileyê ya di navbera QSD û hikumeta demkî de hatibû îmzekirin ku rakirina dorpêça li ser Kobanê yek ji bendên wê ye, duh (8 Çile 2026)  şandeyeke Asayîşa Kobanê û hêzên ewlehiyê yên hikumeta demkî li Helebê hevdîtin kirin.

Tevî ku gelek hevdîtin hatin kirin, lê dorpêça li ser Kobanê ranebûye.

(bb)