Diyariyên sersalê dan zarokên koçberên ji Efrîn-Şehbayê

Li Reqayê bi boneya sala nû, diyarî pêşkêşî zarokên koçber ên ji kantona Efrîn-Şehbayê hatin kirin.

Diyariyên sersalê dan zarokên koçberên ji Efrîn-Şehbayê
Diyariyên sersalê dan zarokên koçberên ji Efrîn-Şehbayê
Diyariyên sersalê dan zarokên koçberên ji Efrîn-Şehbayê
Diyariyên sersalê dan zarokên koçberên ji Efrîn-Şehbayê
Diyariyên sersalê dan zarokên koçberên ji Efrîn-Şehbayê
31 kanûn, 2024   14:45
REQA

Bi boneya sala nû, Tevgera Hîlala Zêrîn a Çanda Jinan a li kantona Reqayê diyarî dan zarokên malbatên koçber ên ji kantona Efrîn-Şehbayê.

Endamên Tevgera Hîlala Zêrîn li 24 wargehên ku koçberên ji Efrîn-Şehbayê lê bi cih bûne, geriyan û diyariyên sersalê pêşkêşî zarokan kirin.

Berpirsên çalakiya belavkirina diyariyan, diyar kir ku armanca wan ji vê çalakiyê ew e ku bi boneya sala nû dilê zarokên ku bi darê zorê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê koçber bûne, xweş bikin.

(bb)

ANHA