Diyarî Mihemed: Divê demildest erişkarê Hêmin Mamend were girtin

Rêveberê Navenda Metro Diyarî Mihemed têkildarî êrişa çekdarî ya li dijî rojnamevan Hêmin Mamend da zanîn ku rewşa wî niha stabîle û ew bi aliyên peywendîdar re di nav têkiliyan de ne ji bo ku êrişkar were girtin.

Diyarî Mihemed: Divê demildest erişkarê Hêmin Mamend were girtin
2 îlon, 2025   23:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî êrişa terorî ya li dijî pêşkeşvanê Stêrk TV’yê rojnamevan Hêmin Mamend, Rêveberê Navenda Metro ya Parastina Mafên Rojnamevanan Diyarî Mihemed têkildarî êrişê li pêşiya Nexweşxaneya Şar a Silêmaniyê daxuyaniyek da çapemeniyê.

Diyarî Mihemed got; “Ji kêliya êrişa li dijî rojnamevan Hêmin Mamend ve ûheta niha em bi aliyên peywendîdar re di nav têkiliyan de ne ku demildest êrişkar bê/n girtin. Dezgeha Asayişa Silêmaniyê ji me re ragihandiye ku ew ji bo girtina êrişkar/an di nava liv û tevgerê de ne.”

Têkildarî rewşa tenduristiyê ya rojnamevan Mamend, Diyarî Mihemed wiha got; “Di destpêka birîndarbûnê de rewşa tenduristiya rojnamevan Hêmin Mamend xirab bû û yekser rakirin nexweşxaneyê û demildest dest bi tedawiya wî hate kirin. Me bi doktorên ku bi wî re eleqedar re axivî û ji me re gotin ku ‘rewşa wî niha stabîle’. Em ji vê agahiyê gelek keyfxweş bûn.”

Pêşkêşvanê Stêrk Tv Hêmin Mamend, li Silêmaniyê di encama êrişeke çekdarî de birîndar bû. Di êrişê de du gule li rojnamevan Hêmin Mamend ketine û bi giranî birîndar bûye. Rojnamevan Hêmin Mamend niha li nexweşxaneyeke Silêmaniyê tê dermankirin.