Li ser rêya Til Hemîsê qeza: Zarokekî jiyana xwe ji dest da

Li ser rêya Qamişlo-Til Hemîsê erebeyek li zarokekî qelibî, di encamê de jiyana xwe ji dest da.

Li ser rêya Til Hemîsê qeza: Zarokekî jiyana xwe ji dest da
2 îlon, 2025   23:28
QAMIŞLO

Vê êvarê, li ser rêya Qamişlo-Til Hemîsê erebeyeke “Hunday” li zarokê ku şivantî dikir qelibî. Tîmên destwerana lezgîn lez da cihê bûyerê ku zarok rizgar bikin, lê ji ber birîna giran zarok jiyana xwe ji dest da.

Ev bûyerê balê dikişîne ser xeteriya rêyên lez û pêwîstiya girtina tedbîrên pêşîlêgirtinê ji bo parastina zarokan û rêwiyan, bi taybet li herêmên nêzî gund û bajaran.

(şx)