Biryareke ewlehiyê rê nade sotemenî derbasî Siweydayê bibe

Piştî dorpêça li ser Siweydayê pirsgirêka sotemeniyê ji nîvê Tîrmehê ve derketiye, lewma bû sedema ku tevgera veguhastin û xizmetguzariyên bingehîn bi tevahî rawestin. Ev yek di demekê de tê ku rewşa mirovî ya xirab dibe, êrişên hêzên "hikûmeta veguhêz" a Sûriyê.

Biryareke ewlehiyê rê nade sotemenî derbasî Siweydayê bibe
30 tîrmeh, 2025   20:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Mlpera Siweyda 24 têkildarî rewşa li parêzgehê, raporek amade kiriye û li gorî wê raporê, hate diyarkirin ku ji navîna Tîrmehê ve, sotemenî li gorî qeydên giran derbasî bajêr dibe ku hêzên ewlehiyê ferz dike. Di encamê de belavkirina sotemeniyê bi temamî rawestiye û aloziya mirovî kûrtir bûne.

Li gorî çavkaniyên şirketa sotemeniyê ya li Siweydayê, derbasbûna benzîn û mazotê bi awayekî giştî ji 13 Tîmehê ve rawestiyaye. Li gorî çavkaniyan li gorî “biryareke ewlehiyê” sotemenî nakeve bajêr lewma depoya piraniya stasyonan vala bû.

Heman çavkanî ragihand ku karwanekî ji 2 barhilgirinên benzînê û 2 din ên mazotê û ji bo saziyên xizmetguzariyê hatine veqetandin, 30`yê Tîrmehê cara yekê derbasî bajêr dibin. Li gorî çavkaniyan, hinek mazot 19`ê Tîrmehê bi rêya korîdora ewlehiyê ya li Besra El Şam bi rastî ketiye bajêr ku rojane sahrîcek an ku 2 sahrîc in û ev miqdar jî ji bo firinan, nexweşxane û saziya avê ye. 

Li gorî heman malperê ku agahiyên xwe spartin çavkaniyan, beriya 13`ê Tîrmehê li cem hin stasyonan hesab di bankan de hebûn ji bo ku stomeniyê bikirin lê aliyên têkildarî belavkirinê, li gorî biryarên ewlehiyê bi hiceta ku “şert û merc ne guncew in” şandina sahrîcan rawestandin.

(ac/şx)

ANHA