‘Divê li tevahiya Sûriyeyê neteweya demokratîk bê birêxistinkirin’

Şêniyên Qamişlo diyar kir ku gelên Sûriyeyê êdî jiyana di bin sîstema yek ziman û yek neteweyî de qebûl nakin û got divê li tevahiya Sûriyeyê neteweya demokratîk bê birêxistinkirin.

‘Divê li tevahiya Sûriyeyê neteweya demokratîk bê birêxistinkirin’
29 kanûn, 2024   03:10
QAMIŞLO
BAZ MORDEM

Piştî rûxandina rejîma Beşar Esed êdî berê her kesî li siberoja Sûriyeyê ye. Der barê van geşedanên nû yên li Sûriyeyê û li Bakur Rojhilatê Sûriyeyê de şêniyên bajarê Qamişloyê ji ajansa me re axivîn.

Memo Hisên da zanîn ku gelê Kurd li Sûriyeyê bi dehan salan ji destê rejîma Baas gelek zilm dîtiye.

Memo Hisên piştî rûxandina rejîma Baas, bal kişand ser hikumeta nû ya li Şamê û diyar kir ku lazim e hikumeta nû bizane ku êdî gelên herêmê di bin sîstema yek ziman û yek neteweyî de jiyînê nema qebûl dikin. Memo Hisên destnîşan kir ku daxwaza wan ji hikumeta nû ya Şamê ew e ku di destûra nû de mafên hemû gel û pêkhateyên li herêmê bên nivîsandin da ku bikevin rewşeke aram û azad.

‘MODELA RÊVEBERIYA XWESER MÎNAKA SÛRIYEYA NÛ YE’

Memo Hisên bal kişand ser sîstema Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û destnîşan kir ku hemû pêkhateyên Kurd, Ereb, Ermen, Suryan, û hwd bi awayekî wekhev û azad cihê xwe di rêveberiyê de digirin û got: “Ev ji bo Sûriyeya nû mînak e.”

Memo Hisên bal kişand ser gengeşiyên van demên dawiyê yên li bajarên Sûriyeyê yê Lazkiyê, Humus, Tartusê û diyar kir ku di bin navê ol, bawerî û neteweyan de ew dibînin ku siberoja Sûriyeyê ber bi nediyariyê ve diçe.

 ‘EM NAKOKIYÊN XWE BIDIN ALIYEKÎ Û XWEDÎ LI RÊVEBERIYA XWE DERKEVIN’

Memo Hisên di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku ew wek gel divê nakokiyên xwe bidin aliyekî û xwedî li rêveberiya xwe derkevin û got: “QSD û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ji bo me xetên sor in. Banga me ji bo hemû gel û pêkhateyên li herêmê ew e ku em xwedî li rêveberiya xwe derkevin, ji ber ku ev rêveberî pişta me û hebûna me ye.”

Xwendekarê bi navê Ehmed Îbrahîm jî bal kişand ser zextên hêzên Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) û destnîşan kir ku li cihên ku serweriya xwe ava kirine îşkenceyê li mirovan dikin û dikujin.

Ehmed Îbrahîm destnîşan kir ku lazim e gel li dijî kiryarên çeteyan rabe ser piyan û diyar kir ku lazim e hemû pêkhateyên li herêmê mafên xwe bixwazin û mîna gelê Kurd û pêkhateyên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rabin serhildanan.

Armanc Mihemed Ehmed jî da zanîn ku di sîstema neteweya demokratîk de hemû beşên civakê bi awayekî azad cihê xwe digirin û bang li gelê Sûriyeyê kir û got: “Lazim e gel li Şam, li Heleb û li hemû herêmên Sûriyeyê, sîstema neteweya demokratîk birêxistin bike.”

(k)

ANHA