‘Helwesteke cidî û xurt a hêzên navneteweyî hebûya rojnamevan nedihatin hedefgirtin`

Rojnamevanan li hember êrişên li dijî rojnamevanan ên dewleta Tirk, banga helwesteke cidî kir. Di heman demê de diyar kirin ku heke hêzên navneteweyî helwesteke cidî nîşan bida, dewleta Tirk nedikarî wan bike hedef.

‘Helwesteke cidî û xurt a hêzên navneteweyî hebûya rojnamevan nedihatin hedefgirtin`
29 kanûn, 2024   05:10
QAMIŞLO

Nûçegihana ajansa me Cîhan Bîlgîn û rojnamevan Nazim Daştan di 19`ê Kanûnê de dema sûcên dagirkeriyê belge dikirin, li başûrê Kobanê li ser rêya bendava Tişrînê û bajarokê Sirînê, ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve rastî êrişekî hatin û di encamê de şehîd bûn. Der barê mijarê de rojnamevan ji ajansa me re axivîn.

Endama desteya rêveber a Yekitiya Ragihandina Azad (YRA) Evîn Îbrahîm got: "Rojnamevan ji destpêka Şoreşa 19`ê Tîrmehê ve ji aliyê dewleta Tirk a dagirker an jî çeteyên DAIŞ`ê ve hatin hedefgirtin. Di oxira aşkerakirina rastiyê de 30 rojnamevan şehîd bûn û bi dehan jî birîndar bûn."

Evînê destnîşan kir ku ji ber van gefan xetereyên cidî li ser rojnamevanan hene û got: "Rojnamevan dengê rastiyê ne. Dijminên ku dixwazin şoreşa jinan têk bibin aşkera dikin."

Evînê diyar kir ku bi armanca têbkirina morala şêniyan, li dijî herêmê şerekî taybet tê kirin, nûçeyên nerast têkildarî kontrolkirina pira Qereqozaqê û bendava Tişrînê û Minbicê ji aliyê dewleta Tirk ve tên belavkirin.

Evîn ev li gotinên xwe zêde kir: "Rojnamevan Cîhan û Nazim rê li pêşiya vî şerî girt. Bûyer û geşedanên li bendavê şopandin û aşkera kirin ku Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bendav kontrol kiriye û berxwedaneke dîrokî nîşan dide.”

Her wiha Evînê got: "Cîhan û Nazim rastiya DAIŞ`ê ragihand cîhanê. Ji şoreşa Rojava re xizmeteke mezin kirin. Ev êrişên li dijî wan kîn û hovîtiya dewleta Tirk li hember her du şehîdan nîşan dide.”

Evîn îşaret pê kir ku ji destpêka şoreşê ve di oxira aşkerakirina rastiyê de 30 rojnamevan şehîd bûne û wiha pê de çû: "Ev hejmar ne hindik e. Me ji aliyên navneteweyî yên têkildarî mafên rojnamevanan re gelek rapor têkildarî şehîdxistina hevalên me şandin. Lê tenê daxuyanî dan. Şermezarkirin têrê nake divê helwesteke cidî li hember hedefgirtina rojnamevanan nîşan bidin.”

Evîn bang li aliyên navneteweyî yên têkildarî mafên rojnamevanan kir û got: "Li qanûnên xwe vegerin, hûn ê bizanin sûcên şer ên ku dewleta Tirk a dagirker li dijî rojnamevanan dike, çi ne. helwesta we zaîf e. Divê hûn li hember sûc û kiryarên dewleta Tirk a dagirker rawestînin. Divê hûn jiyana zêdetirî hezar rojnamevanî û bi dehan dezgehên çapemeniyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê biparêzin.”

Rojnamevan û endama Yekitiya Ragihandina Jinan (YRJ) Sîlva Îbrahîm jî got: "Rojnamevan Cîhan û Nazim bi deng, pênûs, kamera û xwîna xwe rastî ji cîhanê re ragihandin. Wan bi lehengî û cesaret geşedanên li bendava Tişrînê radigihandin."

Sîlvayê bal kişand ser qanûnên navneteweyî û got: "Li gorî qanûnan hedefgirtina rojnamevanan qedexe ye. Mafê wan heye ku rastiya şer û komkujiyên tên kirin aşkera bikin. Lê dîsa jî dewleta Tirk a dagirker wan bi awayekî hovane dike hedef."

Sîlvayê di dawiyê de got: "Li hember hedefgirtina rojnamevanan helwesteke cidî hebûya, rojnamevan nedihatin hedefgirtin. Dewleta Tirk dixwaze rastiyê binuxmîne. Lê em ê rastiyê aşkera bikin. Ji ber ku rastî eşq e û eşq jî jiyana azad e.”

(şx/k)

ANHA