‘Şam nikare der barê vegera koçberan de biryarê bide’

Endamên PYD’ê bal kişand ser hewldanên Rêveberiya Xweser ên ji bo vegera ewle ya koçberan li warên wan û da zanîn ku hikumeta veguhêz a Sûriyeyê hîna nikare biryarekê di vê derbarê de bide.

‘Şam nikare der barê vegera koçberan de biryarê bide’
‘Şam nikare der barê vegera koçberan de biryarê bide’
‘Şam nikare der barê vegera koçberan de biryarê bide’
‘Şam nikare der barê vegera koçberan de biryarê bide’
‘Şam nikare der barê vegera koçberan de biryarê bide’
17 hezîran, 2025   03:45
HELEB
NESRÎN ŞÊXO

Endamên Meclisa Helebê ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Kamîran Bîlal û Kîbar Welîd der barê vegera ewle ya koçberan a li warên xwe de ji ajansa me re axivî.

Kamîran Bîlal diyar kir ku divê bendên peymana 10’ê Adarê ya di navbera fermandarê giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî û serokê hikumeta veguhêz a Sûriyeyê Ehmed El Şerî de hate îmzekirin werin pêkanîn. Kamîran Bîlan bi taybetî bal kişand ser bendên girêdayî pêşxistina aştiya navxweyî û vegera ewle ya koçberan li warên wan.

Kamîran Bîlal anî ziman ku hikumeta veguhêz a Sûriyeyê berpirsê paşdexistina vegera ewle ya koçberan a li herêmên wan e û got peymana 10’ê Adarê ji aliyê hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ve tê astengkirin.

Bîlal diyar kir ku hikumeta veguhêz a Sûriyeyê heya niha nikare bi tena serê xwe biryarê bide û wiha dom da axaftina xwe: "Hikumeta veguhêz li gorî daxwazên dewleta Tirk a dagirker tev digere. Dewleta Tirk qebûl nake çete û baregehên xwe ji herêmên Sûriyeyê yên dagirkirî vekişîne, lew ra  bendên peymanê bi taybetî yên girêdayî vegera ewle ya koçberan dereng dixe."

Kamîran Bîlal di dewama axaftina xwe de hewldanên Rêveberiya Xweser ên bi armanca çareserkirina dosyaya koçberan bi "Gavên plankirî, siyasî û rêxistinî ku vegera ewle mîsoger bike û herêmê mîna beriya dagirkirî ji aliyê şêniyên wê ve were birêvebirin" wesifand.

Endama PYD’ê Kîbar Welîd jî sedema ku xebatên vegerandina koçberan ji aliyê hikumeta veguhêz a Sûriyeyê tê paşxistin wiha nirxand "Rêveberiya herêmê bi temamî ne di destê desthilatê de ye. Aliyek din anku dewleta Tirk a dagirker heye beşdarî dayînê biryarê bi desthilatê dibe. Dewleta Tirk bi rêya hiştina çeteyên xwe li herêmên dagirkirî dixwaze aloziyan li qada Sûriyeyê ava bike.

Hêjaye bibîrxistinê ye ku Rêveberiya Xweser derfet daye koçberên ku dixwazin vegerin warê xwe û soza daye ku ji bo hêsankirina vegera wan amade ye her tiştî pêşkêş bike. Her wiha banga vegera ewle ya bi garantiyên navneteweyî dike.

(bb)

ANHA