‘Rakirina cezayên DYA’yê li ser Sûriyeyê têra geşkirina aboriyê nake’
Serokê DYA’yê cezayên li ser Sûriyeyê rakirin. Aborînas di wê baweriy de ne ku ev pêşkeftin dikare alîkariya geşepêdana aboriya Sûriyeyê bike lê di asta naxweyî, herêmî û navneteweyî de pirsgirêkên girîng hene.

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump 13`ê Gulanê li Riyadê ragihand ku cezayên ku li ser Sûriyeyê hatibûn sepandin, rakirine.
Têkildarî encamên vê biryarê û bandora wê ya li ser rewşa aborî ya xirab a Sûriyeyê, aborînas ji ANHA’yê re axivîn.
ASTENGIYA QANÛNÎ HAT RAKIRIN, LÊ BANDOREK YEKSER NÎNE
Lêkolînerê aboriyê yê Sûriyeyê Mihemed El Selûm wiha got: "Tevî girîngiya biryara Amerîkayê, bandora wê dê yekser nebe. Lê belê dem û nîşaneyên baweriyê jê re divê. Veberhêner tenê bi ragihndineke siyasî baweriyê nayinin; ew li hawîrdoreke qanûnî ya zelal, saziyên bibandor û rewşa aramiya navxweyî digerin. Ji ber vê yekê, niha ev biryar tenê destpêk e, ne xeta dawiyê ye. Li gorî nîşanên destpêkê, eger bi aqilmendî were bikaranîn, dikare sektorên bazirganî, vegueztinê, çandinî û pîşesaziya sivik geş bike û gav bi gav baş bike. "
El Selûm destnîşan kir ku "Tu çi serokê Dewletên Yekbûyî - tevî Trump jî - nikare hemû cezayên Amerîkî bi yekcarî rake, ji ber ku hin ji wan cezayan li gorî zagonan hatine spandin hin jî biryarên zagonsazî yên Kongresê ne. "
Lêkolînerê aboriyê di wê baweriyê de ye ku "rakirina cezayên Amerîkî gaveke girîng e, lê ew têrê nake eger Ewropa jî gaveke wih pêk neyîne. Bazara Ewropî girîng e di çend sectoran de hevkriyeke stratejîk heye. Wekî din, geşkirina aboriya Sûriyeyê tenê bi rakirina qeydan pêk nayê; lê belê divê reformek navxweyî ya berfireh çêbibe; wekî nûjenkirina zagonên sermayeguzariyê, bihêzkirina binesaziyan, bihêzkirina bankanû geşkirina pîşesaziyê.”
El Selûm di dewama axaftina xwe de bal kişand ser wê yekê ku "ceza qeyd û bendek bû, lê rakirina qeydan nayê wê wateyê ku laş saxlem e. Divê em aboriyê sererast bikin û baweriya welatiyan û veberhêneran ava bikin. "
GUHERTINEKE SIYASÎ YA GIRÎNG LÊ PÊNGAVEKE ABORÎ YA SEMBOLÎK
Mamosteyê Fakulteya Aboriyê ya Zanîngeha Hemayê Dr. Ebdulrehman Mihemed jî got: "Rakirina cezayên li ser Sûriyeyê guhertineke mezin e di siyaseta Amerîkayê de li hember Sûriyeyê, bi taybetî piştî çend salên ambargoya aborî ya ku xirabûna rewşa Sûriyê girantir kir. Bi rastî, ev yek dibe sedema vekirina deriyên nû bo nûavakirinê û başkirina rewşa mirovî, lê ev jî girêdayî danûstandinên aloz ên siyasî û navneteweyî ye. Rakirina cezayên Amerîkî gaveke sembolîk e ku dibe hinekî êşan sivik bike, lê rizgarkirina aboriya Sûriyeyê bêyî rakirina cezayên Ewropî û pêkanîna reformên pêkhatî têrê nake.
Li gorî Dr. Mihemed, pir dem divê ji encamên vê gavê diyr bibin, ji ber wêrankirina jêrxaneyê û irsgirêkên avahîsaziyê (wek hilweşîna lîreyê, kêmbûna enerjiyê û gendeliya zêde). Dibe ku destpêkê hin pêşeti di sektora taybet û veguheztinên darayî de xuya bibin jî, lê başbûna berfireh dê bi salan dirêj bike.
Her wiha da zanîn ku Trump bi desthilata xwe ya cîbicîkar dikare hin cezayan rawestîne (wek yên ku bi biryarnameyên serokatiyê hatine sepandin), lê cezayên din, mîna yasaya Qeyser, pêwîstî bi erêkirina Kongresê heye, ev jî betalkirina wan dijwar dike.
Mihemed da zanîn ku bêyî Ewropayê tê sûda vê pêngava Amerîkayê kêm be, ji ber ku şirketên Ewropî bêtir dikarin beşdarî nûavakirinê bibin (dibe ku ev yek ji ber nêzîkbûna erdnîgarî û ezmûna berê be).
JI BO GEŞKIRINA RASTEQÎN DIVÊ REFORTMÊN MEZIN ÇÊBIBIN
Dr. Ebdulrehman Mihemed di dawiya axaftina xwe de got: "Ji bo geşkirina rastîn reformên navxweyî yên berfireh û piştgiriyeke darayî ya girîng lazim e, ku xuyaye her du jî niha ne pêkan in. "
(k)
ANHA