Ciwanekî ku hatibû revandin kuştî hat dîtin

Ciwanê bi navê Celal Ehmed Berekat li gundewarên Til Koçerê rojek piştî revandinê, kuştî hat dîtin.

Ciwanekî ku hatibû revandin kuştî hat dîtin
16 gulan, 2026   11:53
QAMIŞLO

Ciwanê bi navê Celal Ehmed Berekat (25) ku bi navê Hesan tê naskirin, li gundewarên Til Koçerê kuştî hat dîtin.

Celal Berekat bi xwe ji gundê Beyandorê yê Tirbespiyê ye, lê ji çend salan ve li bajarokê Til Koçerê bi cih bûye.

Li gorî agahiyên ku malbata Celal Berekat dane, dewriyeyeke ku xwe wek hêzên ewlekariya giştî yên hikumeta demkî nîşan dida derengiya şeva çarşema borî bi ser malê de girt û Celal revand. Malbatê destnîşan kir ku endamên dewriyeyê got dê lêpirsînê bi Celal re bikin, piştre dê wî bişînin malê.

Malbatê diyar kir ku ji dema girtinê ve agahî ji Celal qut bû û duh êvarî cenazeyê wî li gundê Derdara yê Til Koçerê li nav baxçeyekî hat dîtin.

Malbatê da zanîn ku kurê wan Celal ji salan ve li gundewarên Til Koçerê di çandiniyê de dixebite û di nava xelkê herêmê de naskirî ye.

Cenazeyê Celal duh êvarî li gundê Beyandorê yê Tirbespiyê hat veşartin.

Malbatê xwest bûyer were lêkolînkirin û berpirs werin aşkerakirin.

(bb)

ANHA