Gelo cîhan dê vana nabîne?

Dîmenên çekên qedexekirî yên ku artêşa Tirk a dagirker li dijî Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bi kar tîne, hatin weşandin.

Gelo cîhan dê vana nabîne?
25 gulan, 2024   08:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) dîmenên êrişên artêşa Tirk a dagirker ku bi çekên qedexekirî li dijî gerîlayên HPG’ê bikar tîne, weşandin.  

Di nûçeyê de hat diyarkirin ku dîmen di meha Gulana 2024’an de hatine kişandin û kêliyên ku artêşa Tirk a dagirker li herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê nîşan dide.  Di dîmenan de tê gotin ku ji ber tundiya teqîna teqemeniyên qedexekirî ewrên tozê û kevir bi sedan metreyan li hawîrdorê belav dibin û ber bi asîmanan ve bilind dibin.

Tevî ku êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî Gerîlayên Azadiya Kurdistanê yên bi teqemeniyên qedexe û çekên kîmyewî gelek caran hatine belgekirin jî, saziyên navneteweyî ji nedîtî ve tên.

Dîmen û belgeyên teqemeniyên qedexekirî yên artêşa Tirk a dagirker di salên 2021, 2022 û 2023’yan de gelek caran di ANF'ê de hatin weşandin.