Dilsozê welat û doza xwe: Şehîd Yûsif

Şehîd Ednan Yûsif di şer de leheng bû, bi dîsîplîn bû û dilsozê kar xwe bû. Hevjîna şehîd Ednan got: "Rêbaza wî yê hilgirtina çente, rêbazê derketina wî ya ji malê, her wiha şêwazê wî yê xatirxwestinê min da hîskirin ku rêya oxirkirinê ya bê vegere."

Dilsozê welat û doza xwe: Şehîd Yûsif
27 cotmeh, 2023   03:46
NAVENDA NÛÇEYAN
EHMED SEMÎR- EBAS XELEF

Ednan Yûsif roja 28′ê Gulana 1980′an li bajarê Dêrikê yê girêdayî kantona Qamişloyê çavê xwe li jiyanê vedike û di nava malbateke  welatparêz de mezin de ku ji 3 bira û xwişkekê pê tê. Piştî wefata bav, Ednan neçar dimîne di xwedîkirina malbatê de alîkariya dayika xwe bike û barê wê sivik bike. Dayika wî Etiya Mihemed di heman demê de dapîr û xwişka şehîdekî ye.  Bi wefata bav re Ednan dest ji xwendinê berdide û di temenê biçûk de dest bi kar dike.

Dayika Ednan Yûsif behsa zarokatiya wî kir û got, bi tevger bû û ji aliyê derdorê ve dihat hezkirin.

Ednan sala 2002′an de dizewice û 3 kur û keçeke wî hene. Ednan ku di saziya çementoyê de kar dikir, bi destpêka Şoreşa 19′ê Tîrmehê re, dev jî vî karî berdide û cihê xwe di nava şoreşê de digire. Dayika wî: "Me bihîst ku şervanên ji ewladên vê herêmê, hikumet Sûriyeyê ji Dêrikê derxist. Dema em ji Qamişlo vedigeriyan Dêrikê, min Ednan û hevalên wî dîtin û dar di destên wan de hebûn. Min ji wan re got, hûn ê çi li van deran bikin, ha ji xwe hebin tu kes bi daran li we nedin."

Dayika wî çend caran ji Ednan dixwest ku vegere saziya çemento û malbata xwe xwedî bike, lê wî rêya têkoşîna tercîh kir. Li ser vê yekê dayika wî erkê berpirsyariya xwedîkirina wî hildigire. Dayika wî Etiye diyar kir ku Ednan kêliyekê jî xwe ji şoreşê neda alî û rêya ku hilbijrt, neguhert.

Ednan Yûsif yek ji damezrînerên Hêzên Ewlekariya Hundirîn e, di rêwîtiya xwe ya têkoşînê ya di nava vê hêzê de gelek wezîfe girtin. Her wiha gelek perwerde  li ser têkoşîna li dijî terorê dîtin, perwerdeya dawîn li Akademiya Têkoşîna Li Dijî Madeyên Hişbirê bû. Ednan di pêngavên li dijî çeteyên DAIŞ′ê de cih girt û di pêngava li naçveya Til Hemîsê de jî birîndar dibe.

DILSOZ

Ednan, bi dîsîplîn bû û dilsoz bû, bi van gotinan hevjîna şehîd Ednan Fatma Yûsif, qala eşqa wî ya ji karê re wesifand "Me têkiliyên xwe li ser esasê hevaltiyê ava kir. Hevalê min bû, ji zarokên xwe hez dikir û wekî hevalên wan bû."

Kurê Ednan, Waîl Yûsif ê şervanê QSD′ê ye  herheqê bavê xwe de wiha got: "Hevalê min bû, behsa serpêhatiyên xwe ji min re dikir, soz da bû xwe di şer de şehîd nebe. Min tu carî bawer nedikir ku bavê min berî min şehîd bikeve. Ez ê rêya wî bişopînim. Xwîna şehîdan vala naçe."

Ednan Yûsif di piraniya pêngavên rizgarkirina herêman ji çeteyên DAIŞ′ê de cih girt. Di pêngavekê de tevî 5 ferdên malbata xwe de di eniyekê de dikirin. Birayê şehîd Ednan, Elî Yûsif got: "Di zarokatiyê me de me bi hev re kar kir. Dema em mezin bûn jî em bi hev re tê koşiyan û me bi hev re şer kir. Di şerê li herêma Rebîayê de em bi hev re bûn, em ketin kemînê. Ji ber zîrekbûna wî me xwe ji kemînê xilas kir û çeteyan tune bikin. Ednan di şer de ji min re palpiştî bû û piştevanekî xurt bû.′′

Hevrêyê şehîd Ednan ê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Dilgeş Resûl jî hin kêliyên ku bi hev re di qadên şer de borandine parve kir: "Şehîd Ednan fedakar bû. Her timî çek û çenteyê wî pê re bûn û ji rewşên awarte re amade bûn. Di şer de bi kêf bû, te got qey li şahiyê ye. Rojekê li rihetiyê negeriyaye. Her kes wî bi sekn, zîrektiya wî û rihê wî yê fedaî nas dikir. Moral dide hevalên xwe û di şeran de leheng bû. Şehîd Ednan di pêngava rizgarkirina Minbicê de qebûl nekir vegere malê. Kolanek tenê di navbera me û çeteyan de hebû. Çeteyan kemînek ji şervnên di avahiyekî de bûn re danî. Şehîd Ednan dorpêç şikand û 2 çete hatin kuştin. Şehîd Ednan fedaî bû.′′

Resûl diyar kir ku dewleta Tirk dixwaze madeyên hişbirê derbasî herêmê bike û got: "Tirkiye bi vê êrişê armanc dikir ku rêya derbaskirina madeyên hişbirê ji bo herêmê veke û nehêle hêzên têkoşîna li dijî madeyên hişbirê li herêmê pêş bikeve. Tirkiye di aliyê siyasî û leşkerî de têk çû û nikarî îradeya gel bişkîne, ji ber vê yekê dixwaze bazirganiya hişbirê li herêmê pêşde biçe.′′

Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn û hevrê şehîd Ednan jî  bi bîr xist ku li Bendava Tişrînê çeteyên DAIŞ′ê komînek ji wan re danî û wiha domand: "Çeteyên DAIŞ′ê êrişî Bendava Tişrînê kir, şehîd Ednan min avêt erdê û bi bedena xwe ez veşartin da ku ziyan neghêje min. Ne ji lehengiya wî bûye ez niha nedijiyam. Heta sax bim sekna wî ji bîr nakim."

TERZÊ XATIRXWESTINÊ CUDA BÛ

Fatma Yûsif behsa kêliyên çûya Edan a perwerdeyê kir: "Rêbazê wî yî rakirina çente, rêbazê deketina wî ya ji malê, her wiha  rêbazê xatirxwestinê ji keça xwe, min da hîskirin ku venagere. Rêbazê wî yê xatirxwestinê jî cuda bû."

Ednan wisa dizanî ku wê rojeke were bibe mêvanê goristana Şehîdan, ji xwe û hevrêyên xwe re wêne dikişandin. Ednan di sala 2014′an de tev li Hêzên Ewlekariya Hundirîn dibe û di sala 2022′yan de tev li Hêzên Têkoşîna Li Dijî Madeyên Hişbirê dibe.  8′ê Cotmehê, Ednan Yûsif tevî 28 hevalên xwe di êrişa dewleta Tirk a dagirker a li ser Akademiya Têkoşîna Li Dijî Madeyên Hişbirê ya li gundewarê Dêrikê de şehîd bûn. Cenazeyê wî roja  11′ê Cotmehê li tenişta cenazeyên hevalên wî hat definkirin.

(bb)

ANHA