SOHR: Di êrişa çeteyên Tehrîr El Şam de 4 kes hatin kuştin

Wezareta Parastinê ya hikumeta Şamê ragihand ku hêzên wan li bejahiya Heleb û Hemayê 8 dronên bombebarkirî xistine. SOHR`ê jî diyar kir ku di êrişa dronên biçek de 4 kes hatine kuştin.

SOHR: Di êrişa çeteyên Tehrîr El Şam de 4 kes hatin kuştin
27 cotmeh, 2023   09:59
NAVENDA NÛÇEYAN

AFP`ê li gorî mudirê Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) Ramî Ebdureheman ragihand ku çeteyên Heyet Tehrîr El Şam bi dronên biçek li gundewarê Hemayê êriş pêk anîne, di êrişan de 4 sivîl hatine kuştin, 4 jî birîndar bûne.

Wezareta Parastinê ya hikumeta Şamê jî li ser malpera xwe ya fermî daxuyaniyek da. Di daxuyanyê de hat gotin: “Hêzên me li bejahiya Hema û Helebê 8 dronên bombebarkirî yên ku sivîl hedef digirtin, rûxandin û xistin xwarê. Beriya ku balafir bên xistin, rêxistinên terorîst bi droneke biçek li taxên sivîlan ên bajarokê Rebîa yê gundewarê Hemayê êrişeke terorê pêk anî, di encamê de 3 welatî şehîd bûn, 2 jî birîndar bûn.”

(c)