Wezîrekî Lubnanê bicihkirina sûriyeyan li Lubnanê red kir

Wezîrê karên navxweyî yên Lubnanê ragihand ku welatî wê mayîn û bicihkirina sûriyeyan li Lubnanê red dike û got, welatê wî li benda çareseriyeke mayînde ji aloziya Sûriyeyê namîne ku di nav xwe de dosyaya penaberên sûriyeyê digire.

Wezîrekî Lubnanê bicihkirina sûriyeyan li Lubnanê red kir
22 hezîran 2024   10:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê karên navxweyî yê Lubnanê Besam El Mewlewî derbarê dosyaya penaberên sûriyeyî yên li Lubnanê de ji rojnameya Şerq El Ewsat re axivî.  El Mewlewî diyar kir ku welatê wî dê li benda tevgera navneteweyî ya der barê penaberên sûriyeyî de nemîne û got, tedbîrên qanûnî yên pêwîst tên girtin.

Besam El Mewlewî got: "Dosyaya sûriyeyên li welatê me girêdayî siyasetên navneteweyî û helwestên rojavayî, amerîkî û ewropî ye, her wiha girêdayî rewşa navxweyî ya Sûriyeyê ye. Çareseriyeke mayînde ji vê dosyayê re girêdayî çareseriyeke mayînde ji aloziya Sûriyeyê ye çi di hundirê Sûriyeyê de be an jî têkiliyên wê yên bi DYA û tevahî dewletên rojava re ye."

El Mewlewî destnîşan kir ku Lubnan nikare li benda çareseriya mayînde bimîne ku  li gorî qanûnan dest bi girtina tedbîrên ku jê tê xwestin bike.

Mewlewî got ku peyama wî ji bo berpirsên navneteweyî ev e "Lubnan ne welatek ji bo firotinê ye,  bi alîkariyên ku ji bo mayîna Sûriyan an bicihkirina wan li Lubnanê nayê ceribandin."

(bb)