Ciwanê ku çeteyan birîndar kiribû jiyana xwe ji dest da

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker gule li ciwanekî efrînî barandibûn û birîndar kiribû. Li gorî agahiyan ciwanê birîndar jiyana xwe ji dest daye.

Ciwanê ku çeteyan birîndar kiribû jiyana xwe ji dest da
21 hezîran 2024   13:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê daxuyand ku ciwanê bi navê Cemal Mihemed Gulîn Elî (26) ji ber birîna bi guleyên çeteyan, jiyana xwe ji dest daye. 

Çeteyên ˊPolîsên Leşkerîˊ û çeteyên ˊEl Emşatˊ li ser rêya gundê Coqê û Dargirê bendeke kontrolê danîbû û dema Cemal Elî û Mihemed Welîd Elîko (22) di benda kontrolê re derbas dibûn, gule lê barandibûn û Cemal Elî birîndar bûbû.

Li gorî rêxistinê, dema ew her du ciwan di 18ˊê Hezîranê de ji Efrînê bi motorsîklêtê vedigerîn gundê xwe, çeteyan gulebaran kiribûn.

(fr)