‘Di vê qonaxê de yekitiya Kurdan pêdiviyeke sereke ye’

Şêniyên herêma Aliyan a Çilaxayê bang li partiyên siyasî kir ku nakokiyên xwe derbas bikin û ji bo yekitiya neteweyî bixebitin.

‘Di vê qonaxê de yekitiya Kurdan pêdiviyeke sereke ye’
27 nîsan, 2026   03:45
QAMIŞLO
BESNA ŞEMO

Şêniyên herêma Aliyan a bajarê Çilaxayê li ser girîngiya yekitiya Kurdan ji ajansa me re axivîn. 

Behrem Şemo anî ziman ku yekitiya Kurdan di vê qonaxa hesas de gelekî girîng e û got: "Di vê pêvajoyê de dê çarenûsa gelê Kurd diyar bibe. Nabe partiyên siyasî ji hev cuda ji bo doza kurdî bixebitin. Zimanê siyasî yê gelê Kurd nabe yek, ji ber nakokiyên partiyên siyasî hene, dê nekarin bi yekhelwestî li hember êrişên li ser gelê Kurd rawestin."

Behrem Şemo da zanîn ku ji her demê demê zêdetir îro pêdiviya Kurdan heye ku nakokiyên partiyên siyasî bidin aliyekî û ev li gotinên xwe zêde kir: "Îro roja parastina doza kurdî ye. Ji bo rewşa gelê Kurd di siberojê de baş be, divê hemû hêzên kurdî bibin yek. Yekitiya Kurdan di vê pêvajoyê de girîng e. Eger nakokiyên partiyên siyasî bidomin û parçebûn hebe dê bandorê li ser çarenûs û siberoja gelê Kurd li tevahiya Kurdistanê bike. Di vê demê de siberoja Kurdistanê bi yekitiyê ve girêdayî ye. Divê hemû astengiyên li pêşiya yekitiya Kurdî werin rakirin û daxwaza yekitiyê were kirin."

Endamê Komîteya Lihevanînê Elî Hesen jî wiha got: “Wek gelê Kurd em îro di pêvajoyeke gelekî hesas re derbas dibin. Çi qasî parçebûn di navbera Kurdan de bidome dê ew qasî hêza wan nemîne ku mafên gelê Kurd biparêzin. Girîng e ku têkoşîna gelê Kurd li tevahî Kurdistanê, bi taybet li Rojava bi yekitî û yek zimanê siyasî were tacîdarkirin. Divê partiyên siyasî yên Kurd bi yek nêrînê yekitiya civaka Kurd pêk bînin. Eger nakokî di navbera partiyan de bidome, dê hêza wan lawaz bibe û nekarin li hemberî zor û zehmetiyên meydanî û siyasî, tê bikoşin.”

Elî Hesen bang li partiyên Kurdan kir ku kongreya yekitiya kurdî li dar bixin û got: “Bi yekitiyê dê gelê Kurd bikare li hember hemû zehmetiyan tê bikoşin û li ber xwe bidin.”

(np)

ANHA