Koçber: Em dixwazin Asayîş bi me re vegere Efrînê

Koçberên ji Efrînê diyar kir ku mafê wan e ku bi rûmet vegerin, berxwedan û têkoşîna wan ji bo vegereke birûmet e û got "Daxwaza me ev e ku Asayîş bi me re vegere Efrînê."

Koçber: Em dixwazin Asayîş bi me re vegere Efrînê
27 nîsan, 2026   07:40
HESEKÊ
ZEYNEB ŞÊXO

Di çarçoveya bicihanîna bendên Peymana 29'ê Çileyê de, 3 kom ji koçberên Efrînê berê xwe da Efrînê, lê koçberên li Cizîrê mane her çavê wan li vegerê ye. Girêdayî mijarê koçberên li Hesekê dimînin ji ajansa me re axivîn.

Gulê Mihemed bal kişand ser zehmetiyên di koçberiyê de kişandine û got: "Ev 8 sal e em koçber bûne. Me li Şehba gelek zehmetî û êş kişandine. Rojane li dijî me êriş dihatin kirin Rexmî vê yekê jî têkoşîn û berxwedana me ji bo vegerê bû.  Lê belê koçberî careke din bû para efrîniyan û me berê xwe da Cizîrê. Bi koçberiyê nikarin îradeya jin û civakê bidin şikandin."

Gulê Mihemed destnîşan kir ku veger ji mafê wan e û wiha axaftina xwe domad: " Mafê me ye ku em vegerin cih û warê xwe. Vegera Efrînê xew û xeyalên me bû. Lê divê mafê me jî bê parastin."

Bîlal Mehmûd jî li ser mijarê got: "Di encama êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê de em du caran bi darê zorê koçber bûn. Me 8 salan li Şehba li nêzîkî Efrînê têkoşîn kir ku em vegerin. Lê em carek din koçber bûn. Daxwaza me tenê vegereke birûmet e."

Nesrîn Cimo jî diyar kir ku dijmin dixwest gelê Kurd bide tunekirin û wiha got: “Xwesteka dewlata Tirk û çeteyên wan tunekirina gelê kurd bû. Dema em ji Efrînê bi darê zorê koçer bûne, me berê xwe da Şehbayê. Li Şehba têkoşîn û berxwedana me di kampan de ji bo vegerek bi rûmet bû. Lê em carek din koçber bûn. Em çiqas koçber bibin jî wê têkoşîn û berxwedana me ya ji bo vegerê her li pêş be. Daxwaza me vegereke birûmet e. Em li benda  vegerê ne. Em dixwazin wek komên vegeriyane Efrînê vegerin. Daxwaza me ew e ku Asayîşa me bi me re be, da ku li tu kesî binpêkirin û tehrîd neyê kirin."

(fr)

ANHA