Di topbarana li ser kantona Efrîn û Şehbayê de 2 şênî birîndar bûn

Di topbarana dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ya li ser gundê Bênê yê navçeya Şêrawayê de 2 şênî birîndar bûn.

Di topbarana li ser kantona Efrîn û Şehbayê de 2 şênî birîndar bûn
28 nîsan, 2024   15:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûçegihanên me yên li herêmê ragihand ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Bênê yê navçeya Şêrawa ya kantona Efrîn û Şehbayê topbaran kir. Di encamê de ciwanê bi navê Îbrahîm Biro û şêniyê bi navê Arif Seîd (48) bi giranî birîndar bûn. 

Li gorî agahiyan, her du jî dema zeviyên xwe yên li nêzî gund av didan, hatine hedefgirtin.

Şêniyan yekser her du birîndar rakirin Nexweşxaneya Avrîn a li gundê Fafîn ê herêma Şehbayê.

(şx)

ANHA