Rêveberiya Xweser têkildarî rapora Rêxistina Efûyê daxuyaniyek da

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk di daxuyaniya xwe ya têkildarî rapora Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî de diyar kir ku ekîba rêxistinê serdana girtîgehên DAIŞ’ê nekiriye û hate gotin: "Diyar e di rapora xwe de gotinên endamên DAIŞ’ê yan şandeyên wan ên li derveyî girtîgehan esas girtiye."

Rêveberiya Xweser têkildarî rapora Rêxistina Efûyê daxuyaniyek da
28 nîsan, 2024   15:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê der barê rapora Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyanî wiha ye:

17’ê Nîsana 2024’an Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî raporek bi sernavê "Piştî têkbirina DAIŞ`ê: Li girtîgehên bakur û rojhilatê Sûriyeyê zilm, îşkence û mirin" weşandibû. Di raporê de mijarên girêdayî pêvajoyên piştî têkbirina leşkerî ya DAIŞ’ê ya ku ji aliyê civata navneteweyî ve wek rêxistineke terorîst hatiye qebûlkirin, hatine parvekirin.

Di raporê de behsa pirsgirêka çekdarên DAIŞ’ê yên di girîgehên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û Koalîsyona Navneteweyî de tê kirin. Her wiha rewşa jin û zarokên di kampan û navendên rehabîlîtasyonê de hatiye vegotin. Di raporê de Rêveberiya Xweser û saziyên wê yên dozgerî, ewlehî û leşkerî bi pêkanîna sûcên şer û sûcên dermirovî hatiye tawanbarkirin. Di raporê de rêzeşîret ji bo Rêveberiya Xweser, Koalîsyona Navneteweyî û dewletên ku welatiyên wan di girtîgeh û kampan de û desteyên navneteweyî yên têkildar, hatine pêşkêşkirin.

Di demekê de ku em raporên wiha girîng dinirxînin, nemaze ku ji aliyê rêxistinên mafên mirovan ve, bi taybetî Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî, em diyar dikin ku em berê û niha jî her tim bi tevahî însiyatîfên têkildarî mafên mirovan re tevkar in. Bi saya tevkariya me û şefafiya me, Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî rapora xwe derxist. Lê têkildarî tawan û têgehên ku di raporê de hatine bikaranîn, diviyabû ku bi awayekî baş lêkolîn kiriba, nemaze ku pirsgirêka çekdarên DAIŞ’ê yên di girtîgehan û malbatên wan di kampan de, xwedî aliyên navneteweyî ye. Rêxistina DAIŞ’ê ya terorîst sînor derbas kiriye, piraniya girtiyên wê biyanî ne û welatiyên gelek welatan in. Çekdarên DAIŞ’ê li gelek deveran şer kir, lewra Rêveberiya Xweser bi tena xwe nikare bandorên vê dosyaya bigirêk rake.

‘RÊVEBERIYA XWESER NAHÊLE QANÛNÊN WÊ WERIN BINPÊKIRIN’

Der heqê îşkence û qetilkirina sîstematîk de ku di raporê de behsa wê hatiye kirin jî, Rêveberiya Xweser rêzê dide pîvanên xwe û nahêle qanûnên wê werin binpêkirin. Rêveberiya Xweser kiryarên derqanûnî qedexe dike û li gorî qanûnên navneteweyî  tev digere. Heke rewşeke îşkence yan jî muameleyeke xirab derketibe jî kiryarên ferdî ne, divê saziyên têkildar ên Rêveberiya Xweser der barê wan rewşan de lêkolînê bikin. Eger îsbatên bi vî rengî hebin ku hêzên me yên ewlehiyê yan jî yên saziyên din ên Rêveberiya Xweser binpêkirin kiribin jî, em bi hêvî ne ku Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî di berhevkirina agahî û îsbatan de bi me re bibe alîkar da ku hesab ji sûcdaran bê pirsîn. Heta niha li ser van binpêkirinan tu gilî ji aliyê endamên DAIŞ’ê yên li kampan û girtîgehan ve nehatine ji me re.

‘RÊXISTINA EFÛYÊ SERDANA GIRTÎGEHÊN JI ALIYÊ QSD’Ê VE TÊN BIRÊVEBIRIN NEKIRIYE’

Hêjayî bibîrxistinê ye ku ekîba Rêxistina Efûyê ya Naveteweyî serdana girtîgehên li kampa Sînî ya li Şedadê û Panorama ya li Hesekê ku ji aliyê QSD’ê ve tên birêvebirin, nekiriye. Diyar e ku ekîba Rêxitina Efûyê agahiyên di rapora xwe de spartine hevdîtin û gotinên DAIŞ’iyan an şaneyên wê yên razayî. Dibe ku ekîba Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî agahiyên xwe ji kesên li derveyî her du girtîgehan girtibin.

‘CUDAKIRINA ZAROKAN LI GORÎ PEYMANA CINÊVÊ Û QANÛNÊN RÊVEBERIYA XWESER E’

Têkildarî mijara cudakirina zarokan û dayikên wan û veguhestina zarokan ji bo navendên rehabîlîtasyonê, em diyar dikin ku cudakirina zarokan ji dayikên wan ji bo berjewendiya zarokan e. Di heman demê de ev mijar ne li dijî madeya 9’an a Peymana Cinêvê ya Parastina Mafên Zarokan e. Her wiha ne li diîj qanûna 7’an a sala 2022’yan a Rêveberiya Xweser a parastina mafên zarokan e.

Di raporê de behsa rewşa zehmet a li girtîgehan hatiye kirin. Me gelek caran bang li civata navneteweyî kir ku berpirsyariyên xwe bi cih bîne û destekê bide Rêveberiya Xweser da ku bikare pêwîstiyên kampan û girtîgehan bi cih bîne. Ji bo bicihanîna van pêwîstiyan jî lêçûneke mezin pêwîst e ku Rêveberiya Xweser nikare dabîn bike. Di serî de êrişên domdar ên Tirkiyeyê ku ewlehî û aramiya herêmê xirab dike, li pêşberî Herêma Bakur û Rojhilatê astengiyên siyasî û ewlehî hene. Hin aliyên din jî gihandina alîkariyên mirovî ji bo herêmê asteng dikin.

‘EM AMADE NE BI RÊXISTINA EFÛYÊ RE TEVKARIYÊ BIKIN’

Rêveberiya Xweser ji dema hate avakirin ve, bi zelalî ragihand ku li gorî qanûn û pîvanên navneteweyî yên têkildarî mafên mirovan, qanûnên navneteweyî û mirovî kar bike. Rêveberiya Xweser li gorî rêgezên pirrengî û demokrasiyê hatiye avakirin. Her tim rêzê dide mafên mirovan û rêgezên qanûnan û li gorî wê kar dike. Ji bo vê yekê jî em amade ne têkildarî şîretên hatine pêşkêşkirin bi Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî re tevkariyê bikin ku xebateke mezin a herêmî û navneteweyî tê jê re tê xwestin. Divê civata navneteweyî û aliyên eleqedar desteka pêwîst bidin Rêveberiya Xweser ji ber ku derfet û îmkanên rêveberiyê yên ji bo çareserkirina pirsgirêkên li kamp û girtîgehan têrê nakin. Her wiha divê Rêveberiya Xweser di hewldan û civînên navneteweyî yên ji bo rakirina bandorên vî barê giran, were beşdarkirin.

‘DIVÊ MEKANÎZMAYÊN HEVPAR HEBIN DA KU DAIŞ NEBE METIRSÎ’

Di encama tevkariya me ya li gel civata navneteweyî û Koalîsyona Navneteweyî de me serketina leşkerî li dijî DAIŞ’ê mîsoger kir. Bi heman girîngiyê divê em der barê rewşa li kampan û girtîgehan de tevkariyê bidomînin, lê pêwîstiya vê yekê bi xebateke hevbeş a  xwecih, herêmî û navneteweyî heye. Divê em mekanîzmayên hevpar peyda bikin da ku DAIŞ nekare bibe metirsiyek herêmî û navneteweyî. Bêyî aktîfkirina tedbîrên qanûnî û dozgerî yên hesabpirsîna ji endamên DAIŞ û bêyî pêkanîna edaletê ji qurbaniyan re, em nikarin bêjin ku me mîrasa DAIŞ’ê qedandiye."

(bb)