Wezîrê Karên Derve yê Behreyn serdana Şamê kir

Wezîrê Karên Derve yê Behreyn Ebduletîf Bin Raşid El Zeyanî serdana Şamê kir.

Wezîrê Karên Derve yê Behreyn serdana Şamê kir
28 nîsan, 2024   16:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî dezgehên çapemeniya Rûsyayê, wezîrê Karên Derve yê Behreyn Ebduletîf Bin Raşid El Zeyanî piştî nîvro gihaşt Şamê.

Ji destpêka krîza Sûriyeyê ya 2011ˊan ev serdana yekemîn a Behreyn e.

Beşar Esed di dawiya meha Adarê de vexwendnameyeke fermî ji mîrê Behreyn Hemed Bin Îsa Al Xelîfe wergirt ku beşdarî lûtkeya Ereb a bê be.

Çaverê ye 16ˊê Gulanê li Behreyn lûtkeya Ereb li dar bikeve.

(fr)