Di topbarana li dijî Nubil û Zehrayê de kuştî û birîndar hene

Di encama topbarana artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî bajarokên Nubil û Zehrayê yên bakurê rojavayê bajarê Helebê de, kuştî û birîndar hene.

Di topbarana li dijî Nubil û Zehrayê de kuştî û birîndar hene
1 ÇILE, 2024   16:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bajarokên Nubil û Zehra yên bakurê rojavayê bajarê Helebê bi çekên giran topbaran dikin.

Radyoya SHAM FM a bi ser hikumeta Şamê ve da zanîn ku di encama topbaranê de 2 kesan, ji nav wan zarokek, jiyana xwe ji dest da û 10 din birîndar bûn, her wiha zirareke madî ya mezin encam da.

Topbaran heta vê kêliyê didome.

(mh)