Bîlançoya operasyonên li dijî şaneyên DAIŞ'ê

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bîlançoya operasyonên xwe yên li dijî şaneyên DAIŞ'ê, istîxbarata Tirkiye û komên girêdayî hikumeta Şamê aşkera kir.

Bîlançoya operasyonên li dijî şaneyên DAIŞ'ê
1 ÇILE, 2024   16:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bîlançoya operasyonên xwe yên li dijî şaneyên DAIŞ'ê, istîxbarata Tirkiye û komên girêdayî hikumeta Şamê aşkera kir.

Li gor daxuyaniya ku li ser malpera xwe parve kiriye, hêzan da zanîn ku di 2023'yan de wan 92 şane ji hev xistine, jê 19 şane yên istîxbarata dewleta Tirk a dagirker, 43 ên çeteyên DAIŞ'ê, 14 ên komên girêdayî hikumeta Şamê û 4 şaneyên çeteyên Artêşa Wetenî ya Sûriyeyê ne. Her wiha 289 kes girtin, 121 madeyên teqemeniyê hatin betalkirin. Ji wan 49 li kantona Cizîrê, 30 li kantona Reqayê, 17 li kantona Dêrazorê, 18 li kantona Tebqayê, 2 li kantona Firatê û 5 li kantona Minbicê ne.

(şx)