Şêniyên kantona Cizîrê êrişên dewleta Tirk şermezar kirin

Çalakgeran li herêmên cuda yên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê destnîan kirin ku ew ê bi xurtkirin parastina xweser li hember êrişan li gor şerê gel ê şoreşgerî li ber xwe bidin.

1 ÇILE, 2024   16:31
QAMIŞLO

Nerazîbûnên li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker zêde dibin. Di vê çarçoveyê de şêniyên Amûdê piştgiriya berxwedana bajar û navçeyên din ên kantona Cizîrê kirin û çalakiyeke 4 rojan ragihandin.

Insiyatîfa Gel a navçeya Amûdê konê çalakiyê li pêşiya Saziya Çandiniyê ya li rojhilatê taxê vegirt.

Şêniyên navçeyê, endamên sazî û komînên bajaroka Sinceq tev li çalakiyê bûn. Di çalakiyê de endamê Yekitiya Rewşenbîran a kantona Cizîrê Kurdyar Dirêî axivî û balkişand ser siyasetên qirkirinê yên ku dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmê dimeşîne û got: "Lê belê bi ser neket ji ber ku gelê herêmê hevgirtî ne."

Hevserokê Meclisa Bajarokê Sinceq Mihemed Simo jî destnîşan kir ku têkoşîn û berxwedana wan berdewam e.

Çalakiya şêniyên navçeya Tirbesspiyê ya li pêşiya Şaredariya Gel a navçeyê li dar ketiye, bi dawî bû. 

Di roja dawîn de bi sedan şêniyên navçeyê hazir bûn. Di çalakiyê de endama Rêveberiya Kongra Star Xaliye Eyûb, endamê Saziya Olî ya navçeyê Mele Hogor Mihemed axivîn û diyar kirin ku li hember êrişan rivê şênî xwe bispêrin hêzên xwe yên xweser û xwe li gor şerê gel ê şoreşgerî xwe birêxistin bikin.

Her wiha çalakgerên li navçeya Çilaxa bi beşdariya bi sedan şêniyan û saziyên li navçeyê, çalakiya xwe ya li pêşiya Saziya Kehrebeyê destpê kirine, didomînin.

Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeyê Sona Ebdullah, hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Ebdulselam Ebas, endama Kongra Star a navçeyê Meryem Xelef qxivîn û teqezî bi berdewamkirina berxwedanê li hember êrişan kirin.

Çalakiya li navçeya Girkê Legê, bi tevlêbûna şêniyan di roja duyemîn de li pêşiya kargeha Siweydiyê berdewam e.

Endamê Desteya Rûspiyan a Girkê Legê Cemal El Şîxan, endamê Meclisa Til Koçer Mehmûd El Salih, endama Rabteya Al El Beyt Medîn El Seyd û endama Însiyatîfa Gel Hezne Mihemed axivîn û soza şopandina rêya şehîdan û parastina destkeftiyan dan.Bi sedan şêniyên bajarê Dêrikê çalakiya xwe li gundê Gir Zîro li dar xistiye, didomînin.

Di çalakiyê de hevserokê Meclisa Dêrikê Mehmûd Kalî daxuyaniyek da û ragihand ku çalakiya wan ji bo parastina saziyan berdewam e.

Piştî daxuyaniyê çalakgeran di nava kargehê de meşiyan û dure dîsa vegeriyan cihê çalakiyê.

Li wir endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê Suad  Mistefa, endamê Hêzên Parastina Civakî (HPC) Sînan Mihsên axivîn û gotin berxwedana wan li hember êrişan berdewam e.

şx))

ANHA