Di topbarana hêzên hikumeta Şamê de 2 kes hatin kuştin

Di topbarana hêzên hikumeta Şamê ya li ser bajarokekî rojhilatê Idlibê de 2 kes hatin kuştin û 8 kes jî birîndar bûn. Çeteyên dewleta Tirk jî gelek dever li Idlib û Helebê topbaran kirin.

 Di topbarana hêzên hikumeta Şamê de 2 kes hatin kuştin
21 îlon, 2024   10:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Di topbarana hêzên hikumeta Şamê ya li ser bajarokê Teftenazê yê li rojhilatê Idlibê de 2 kes hatin kuştin û 8 jî birîndar bûn. 

Her wiha çeteyên "Fetih El Mubîn" ên dewleta Tirk a dagirker bi çekên giran navendên hêzên hikumeta Şamê yên li bajarê Seraqibê topbaran kirin.

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker navendên hikumeta Şamê yên li gundên Mêrnaz û Kefer Heleb jî topbaran kirin.

(şx)