Aloziya Rûsya-hêzên rojavayî, êrişa Îsraîlê bûn rojava rojnameyên erebî

Rojnameyên erebî vê sibê di weşanên xwe de cih da êrişa Îsraîlê ya li dijî Hizbullahê û aloziya di navbera Rûsya û hêzên rojavayî de.

Aloziya Rûsya-hêzên rojavayî, êrişa Îsraîlê bûn rojava rojnameyên erebî
21 îlon, 2024   10:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El Ereb a Londonê nûçeyek bi sernavê "Hizbullah di aşkerakirina sirên anîna cîhazên banglêkirinê de ketiya nava belayê" weşand.

Rojnameyê destnîşan kir ku şîrketên navên wan wek beşeke anîna cîhazên banglêkirinê hatine bibîrxistin, diyar kirin ku tu têkiliya wan bi van cîhazan tune ye. Vê daxuyaniyê Hizbullah bi fişarekê re rû bi rû hişt ku kesên ev cîhaz çêkirine yan jî veguhastine û yên destê wan di teqandina cîhazan de hene, aşkera bike û hate gotin: “Gelo toreke din a veşartî ye ku Hizbullah naxwaze aşkera bike da ku tora peydakirina van amûran û aliyê hevkar, deşîfre nebe?”

Reutersê agahiyên xwe spartin çavkaniyeke lubnanî û ragihand ku bêtêlên vê hefteyê teqiyane, di bateriyên wan de madeya BITN bi rêbazekê ku neyê keşfkirin hatiye bicihkirin û ew made jî bi hêz diteqe.

‘MOŞEKÊN UKRAYNAYÊ XETÊN SOR ÊN PÛTÎN DERBAS KIRIN’

Rojnameya Şerq El Ewsat diyar kir ku piştî hişyariya dawîn a serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn ji rojava re ku ya herî hişk tê hesibandin, gelo şerê mezin nêzîk bûye?

Li gorî rojnameyê Kremlînê ragihand ku li hember "biryara Rojava ya ku li pişt deriyên girtî tê dayîn, êdî sebra Rûsyayê nemaye".

Rojnameyê da zanîn ku Moskov piştrast bûye ku NATO`yê rê daye Ukraynayê ku bi moşekên amerîkî û brîtanî rasterast Rûsyayê bike hedef.

Bi nêrîna rojnameyê Rûsya di çend mehên dawîn de her tim behsa "tevlêbûna rasterast a rojava" bi taybet Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û Brîtanya dike lê vê carê 2 hêmanên nû hene; ya yekê Pûtîn rasterast gef li rojava xwar ku dê bi wê re şer bike û ya din dezgehên çapemeniyê yên Rûsyayê daxuyaniyan didin "bazên şer" ên ku her tim propagandaya şer dikin. Ev daxuyanî, helwesta Kremlînê jî rave dike ku êdî vebijêrkên cidî nêz bûne heke "xetên sor" ên wê hatin derbaskirin.

Li gorî rojnameyê, Ukrayna bi gotina "kûrahiya Rûsyayê" ew ne tenê ji rojava dixwaze herêmên Ukraynayê yên dagirkirî topbaran bike, dixwaze êrişî bajarên Rûsyayê bike.

Rojnameyê di dawiya nirxandina xwe de diyar kir ku li gorî Kremlînê dê rêbaza şerê li Ukraynayê û erdnîgariya wê bê guhertin. Moskov jî bi awayekî zelal dibêje li gorî "gefan" dê helwest û biryara xwe bide.

(şx)