Di topbarana artêşa Tirk de 2 parêzvanên sînor ên Iraqê hatin kuştin

Hemwextî şerê di navbera artêşa Tirk a dagirker û Gerîlayên Azadiyê de, artêşa Tirk a dagirker nuqteyeke parêzvanên sînor ên Iraqê topbaran kir û encamê de 2 parêzvan hatin kuştin.

Di topbarana artêşa Tirk de 2 parêzvanên sînor ên Iraqê hatin kuştin
24 ÇILE, 2025   14:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro piştî saetên nîvro, artêşa Tirk a dagirker di çarçoveya komploya reşkirina navê Gerîlayên Azadiya Kurdistanê de, nuqteyeke parêzvanên sînor ên Iraqê ya li gundê Şîlan ê navçeya Batîfa ya bajarokê Zaxoyê topbaran kir.

Li gorî agahiyên Rojnewsê dane, hemwextî şerê di navbera Gerîlayên Azadiyê û artêşa Tirk a dagirker de, artêşa Tirk a dagirker bi hewanan nuqteyeke parêzvanên sînor ên Iraqê topbaran kir.

Li gorş agahiyên destpêkê di topbaranê de 2 parêzvanên Iraqê hatin kuştin û hin jî birîndar bûn.