Li Bendava Tişrînê biryardariya gel ket roja 17’an

Di roja 17’an a çalakiya gel a li Bendava Tişrînê de, şêniyên Dêrazor, Tebqa û Reqayê, biryardariya xwe nîşan didin.

Li Bendava Tişrînê biryardariya gel ket roja 17’an
24 ÇILE, 2025   14:16
BENDAVA TIŞRÎN

Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi armanca parastina Bendava Tişrînê û nîşandina dijberiya xwe ya li hemberî êrişên artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, ji 8ˈê Çileyê ve di çalakiya nobedariya bendavê de ne.

Duh bi sedan şêniyên ji kantonên Dêrazor, Tebqa û Reqayê tevî şandeyeke Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gihîştin bendavê. Dema gel gihîşt bendavê, dewleta Tirk a dagirker êriş kir. Di encamê de şêniyek şehîd bû û bi dehan jî birîndar bûn.

Di êrişên li ser xwepêşandêrên li bendavê de, heya niha 21 kes şehîd bûne.

(bb)

ANHA