Di teqîna Minbicê de 2 kes hatin kuştin

Di teqîna li bajarê Minbicê yê dagirkirî de, 2 kes hatin kuştin û 4 jî birîndar bûn.

Di teqîna Minbicê de 2 kes hatin kuştin
24 kanûn, 2024   18:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Li taxa Berîd a bajarê Minbicê yê di bin dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de, teqînek rû dabû.

Li gorî agahiyên nexweşxaneyên bajêr, 2 kes hatine kuştin û 4 jî birîndar bûne.

(mh/fr)