MSD'ê Cejna Noelê li gelê Sûriyeyê pîroz kir

MSD'ê Cejna Noelê li tevahî pêkhate û baweriyên gelê Sûriyeyê pîroz kir û hêviyên xwe yên yekrêziya gelê Sûriyeyê û avakirina welatekî hêjayî fedakariya vî gelî, nîşan da.

MSD'ê Cejna Noelê li gelê Sûriyeyê pîroz kir
24 kanûn, 2024   18:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) bi boneya Cejna Noelê (25'ê Kanûnê) daxuyaniyek da û tê de cejn li tevahî gelê Sûriyeyê bi hemû pêkhate û baweriyên wî pîroz kir.

Di daxuyaniyê fedakariya gelê herêmê ya ji bo jiyana ewle hat bibîranîn û hêviya avakirina welatekî pirreng ku tê de mafên hemû pêkhateyan parastî bin, hat nîşandan.

Di berdewama daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ji bo avakirina Sûriyeya nû pêwistî bi yekkirina xebatê û xwedîderketina li rihê nîştimanperweriyê heye, da ku nirxên edalet, demokrasî û jiyana hevbeş werin misogerkirin û hevpeymaneke civakî ya nû li gorî hêvî û daxwazên gelê Sûriyeyê were sazkirin.

Di dawiya daxuyaniyê de MSDˋê hêvî kir ku ev cejn bibe destpêka serdemeke nû ya aştî û aramiyê û yekrêziya gelê Sûriyeyê û îradeya wan.

(mh/fr)

ANHA