Dewleta Îranê du zarokên keçîn derb kirin

Li Tehranê bi hinceta ku serê xwe negirtine, du zarokên keçîn ji aliyê ‘polîsên exlaqê’ ve hatin derbkirin.

Dewleta Îranê du zarokên keçîn derb kirin
8 tebax 2024   11:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Tehranê bi hinceta ku serê xwe negirtine, du zarokên keçîn ji aliyê ‘polîsên exlaqê’ ve hatin derbkirin. Dîmenê bûyera ku di 21’ê Hezîranê de qewimî ketin qeydên kamerayên ewlehiyê û di medyaya dîjîtal de hat weşandin.

Di dîmenan de diyar dibe ku polîsan du zarok girtine, pêşî wan derb dikin û dûre jî ew bi zorê li wesayîdê siwar kirine. Piştî ku bûyer di medyaya dîjîtal de rastî bertekan hat, Dozgeriya Leşkerî ya Tehranê daxuyaniya nivîskî da.

Têkildarî bûyerê lêpirsîn hat vekirin

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku "Dîmen rast in, polîsên ku şîdeta fîzîkî kirine nasnameyên wan hatine tesbîtkirin û ji bo îfade bidin dozgeriyê bangî wan hatiye kirin û têkildarî bûyerê lêpirsîn hatiye destpêkirin."