Di teqîna li Efganistanê de wezîrek hat kuştin

Di teqîna li hundirê navenda wezaretê ya li Kabilê de wezîrê Kar û Barên Penaber û Koçberan ê Efganistanê û gelek kesên din hatin kuştin.

Di teqîna li Efganistanê de wezîrek hat kuştin
11 kanûn, 2024   18:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Di teqîna li hundirê navenda wezaretê ya li paytexta Efganistanê Kabilê de wezîrê Kar û Barên Penaber û Koçberan ê Efganistanê Xelîl El Rehman Heqanî hat kuştin.

Li gorî Tora El Hura, Heqanî yek ji fermandarên tora Heqanî ya li Amerîka di lîsteya "terorê" de ye.

Li gorî raporên çapemeniyê yên xwecihî, di teqînê de gelek kesên din jî hatin kuştin. Lê aliyê li piştî vê teqînê nehat zanîn.

(fr)