Desteya Hundirîn li daxwazên xelkê Dêrazorê guhdarî kir

Desteya Hundirîn bi şêniyên Heft Gundan (El Qura El Sebih) re civiya û li gilî û daxwazên wan guhdarî kir.

Desteya Hundirîn li daxwazên xelkê Dêrazorê guhdarî kir
Desteya Hundirîn li daxwazên xelkê Dêrazorê guhdarî kir
Desteya Hundirîn li daxwazên xelkê Dêrazorê guhdarî kir
Desteya Hundirîn li daxwazên xelkê Dêrazorê guhdarî kir
Desteya Hundirîn li daxwazên xelkê Dêrazorê guhdarî kir
Desteya Hundirîn li daxwazên xelkê Dêrazorê guhdarî kir
19 gulan, 2025   17:05
DÊRAZOR

Desteya Hundirîn a kantona Dêrazorê, li navenda Hêzên Ewlekariya Hundirîn a li bajarokê Xeşam, civîneke berfireh bi şêniyên Heft Gundan re li dar xist. Di civînê de rewşa herêmê hat nîqaşkirin.

El Qura El Sebih (Heft Gund) ev in; Salihiye, Tabiye, Hetla, Xeşam, Merrat, Mezlûm û Huseyniye ne û hemû li gundewarê rojhilat ê kantona Dêrazorê ne, ku di destê rejîma Baas’ê de bûn.

Di civînê de endamê Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên kantonê Ehmed El Mihemed li ser girîngiya hevgirtina niştîmanî û redkirina hewldanên cudaxwaziyê axivî û daxwaza yekitiya Sûriyeyê û pêkanîna sîstemeke nenavendî ku mafên hemû pêkhateya misoger bike, kir.

El Mihemed diyar kir ku li hember fitneyên ku hin alî hewl didin derxin û gur bikin, pêwîst bi hevgirtina pêkhateyan heye û got dîroka hevgirtinê ya di navbera pêkhateyên civaka Sûriyeyê de vedigere berî bi hezaran salan.

Şêniyan jî metirsiyên xwe ya ji ber bermahiyên rejîma Baas û çeteyên DAIŞ'ê wekî mayînan bi taybetî li deverên nêzî rêya tirênê ya bajarokê Xeşam, anîn ziman.

El Mihemed der barê wê de got wê Hêzên Ewlekariya Hundirîn li ser rakirina mayînan bixebitin.

Civîn bi girîngî li ser yekbûna Sûriyeyê û hevgirtina hemû pêkhateyên gelê wê ji bo avakirina pêşerojeke ewle û geş bi dawî bû.

(mh/fr)

ANHA