Di şewata li bendera Buşehr a Îranê de 3 kes mirin

Çapemeniya Îranê ragihand ku di encama şewata tankeke metanolê de li bendera Buşehr a li başûrê welêt de herî kêm 3 kes mirine û 10 kes jî birîndar bûne.

Di şewata li bendera Buşehr a Îranê de 3 kes mirin
11 hezîran, 2025   14:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Beşa Lezgîn a Bijîşkî ya parêzgeha Buşehrê Hesen Mûsewî ji ajansa IRNA`yê re got: "Agir bi depoya metanolê ya şîrketa Kawe Petrokîmya ya li Bendera Dêra ya li parêzgeha Buşehrê ket û di encamê de heta niha 3 kes mirin û 10 kes jî birîndar bûn.” 

IRNA`yê li ser zimanê Hesen Mûsewî ragihand: "Bûyer li gorî saeta herêmî saet di 11:30`an de qewimî. Ji ber ku bûyer mezin e, dibe ku hejmara miriyan zêdetir bibe.”

(k)