Çeteyên dewleta Tirk li Efrînê ciwanek revand

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker ciwanekî ji gundê Elî Bako yê Efrînê ya dagirkirî dema ku diçû bajarê Helebê, revand.

Çeteyên dewleta Tirk li Efrînê ciwanek revand
11 hezîran, 2025   14:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker ciwanekî ji gundê Elî Bako yê Efrînê ya dagirkirî, dema ku diçû bajarê Helebê, li ser rêya Dêr Hafirê revand.

Navenda Mafên Mirovan a Sûriyeyê têkildarî bûyerê ragihand: "Ew kesê revandî li Iraqê bû û ji bo serdanê hatibû bajarê xwe. Heta niha sedemên revandina wî û aliyê ku ew girtiye, ne diyar in.”