Di şerê Ûkraynayê de 150 hezar leşkerên Rûs hatine kuştin

Wezîrê Karên Derve yê Fransayê ji rojnameyeke Rûs re axivî û diyar kir ku ji Sibata 2022'an heta niha nêzî 150 hezar leşkerên Rûs hatine kuştin.

Di şerê Ûkraynayê de 150 hezar leşkerên Rûs hatine kuştin
3 gulan, 2024   13:41
NAVENDA NÛÇEYAN 

rojnameyeke Rûs a ku 'serbixwe' ye, texmînên Fransayê yên li ser windahiyên di şerê Ûkraynayê de hate weşandin.

Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Stephane Sejourne got, "Serneketina leşkerî ya Rûsyayê ji xwe li holê ye. Li gorî texmînên me, windahiyên leşkerî yên Rûsyayê 150 hezar jê mirî derdora 500 hezar kes e."

Wezîrê Fransayê got, "Ev hemû ji bo çi ye? Bi du gotinan mirov dikare bibêje. Ji bo ne tiştekî."

Li gorî hin şîrovekarên leşkerî Rûsya dibe ku êrîşeke nû û mezin li ser Ûkraynayê bide destpêkirin.