Di şerê Îranê de kî qezenc dike, kî bi ser dikeve?

Li gorî çavdêran, berdewama şer dibe bibe sedema aloziyeke din a pergala navneteweyî. Di heman demê dibe ku rê li ber pevçûnên mezintir li ser çavkaniyan û korîdorên stratejîk vedike.

Di şerê Îranê de kî qezenc dike, kî bi ser dikeve?
3 nîsan, 2026   10:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyan di hejmarên xwe yên vê sibehê de bandorên aborî û siyasî yên şerê Îranê, her wiha jinûve avakirina hevsengiyên hêzên navneteweyî nirxandin.

‘SERKEFTÎ Û WINDAKER’

Rojnameya El Xelîc destnîşan kir ku şer êdî ne tenê pevçûneke leşkerî ye, lê veguheriye krîzeke cîhanê ku bandorê li sektorên enerjî, veguhastin û xurekê dike.

Rojnameyê diyar kir ku sektora veguhastinê û mezêxeran di nav windakerên herî mezin de ne û sedema vê yekê spart zêdebûna buhayên sotemeniyê, lêçûnên barkirinê û mîsogerkirinê û aloziyên li Tengava Hurmuzê.

Hate gotin, Rûsya ji bilindbûna hinardekirina enerjiyê sûdmend e, di heman demê de şîrketên pîşesaziyê yên leşkerî yên Amerîkayê qezenc bi dest xistiye. Li gorî rojnameyê, Çîn bi zextên demkurt re rû bi rû ye lê rêbazên wê hene ku pirsgirêkê çareser bike.

Heman rojnameyê îşaret pê kir ku gel, bi taybetî welatên paşvemayî û gelê Îranê herî zêde zirarê dibînin.

'ÎRANÎ NAGUHERIN… ÇIMA EM TÊN GUHERTIN?'

Rojnameya Şerq El Ewsat zêdegaviyên Îranê yên di welatên Ereban de wekî sedema bêîstiqrariyê û gurkirina şeran li gelek welatan nirxand. Li gorî nirxandinên rojnameyê; "Ev yek nîşan dide ku pevçûna li herêmê du rêyên wê hene; ya yekem bêîstîqrarkirina welatan ji hundir ve û ya duyem jî şerekî stratejîk li ser çavkaniyan û rêyên avê yên girîng e.”

'ŞERÊ ÎRANÊ Û DERBASKIRINA XETÊN SOR'

Rojnameya Independent Arabia diyar kir ku ev şer modeleke nirxandina nebaş a stratejîk e. Hate gotin, ev şer ji êrişên sînorkirî veguheriye şerekî dirêj ê westandinê û wiha nivîsî: “Îranê stratejiyeke dirêjkirin û berfirehkirina pevçûnê bi rêya hevalbendên xwe pejirandiye. Di heman demê de Tengava Hurmuzê wek amûreke zextê li ser aboriya cîhanê bi kar tîne. Lê rêveberiya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê bi serokatiya Donald Trump dixwaze bêtir êrişên sînorkirî pêk bîne û beşdariya leşkerî ya rasterast kêm bike. Bi vê yekê jî hewl dide lêçûnan kêm bike û amûrên zextê jî biparêze.”

(bb)