Di salvegera Kongra Star de navendek tenduristiyê hat vekirin

Di salvegera 19’an a Kongra Star navendeke tenduristiyê li Şehbayê hat vekirin û şahiyek hat lidarxistin.

15 ÇILE, 2024   18:00
ŞEHBA

Kongra Star di salvegera 19'emîn a damezirandina xwe de navendeke tenduristiyê li Şehbayê vekir û şahiyek hat lidarxistin.

Navenda tenduristiyê bi navê Şahmaran li navçeya Fafînê hat vekirin. Di merasîma vekirinê de nûnerên rêxistinên jinan ên herêmê beşdar bûn.

Endama Komîteya Tenduristiyê ya Şehbayê Şîraz Silêman der barê alîkariyên ku dê navend pêşkêşî jinan bide de axivî.

Bi heman armancê li kampa Serdemê ya Şehbayê jî şahiyek bi amadebûna bi dehan jinan ji aliyê Kongra Star ve hat lidarxistin.

Di şahiyê de endama Koordînasyona Kongra Star a kantona Efrîn û Şehbayê Ferîde Îbo salvegera damezirandina Kongra Star li hemû jinan û li Rêber Abdullah Ocalan pîroz kir û got: "Ji dema damezirandin Kongra Stra ve jiyana jinên herêmê bi awayekî erênî guhart."

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Efrîn û Şehbayê Sureye Hebeş têkildarî rola Kongra Star di rêxistinkirina jinan di hemû qadên jiyanê de axivî.

Şahî bi gerandina govendan bi dawî bû.

(mh)

ANHA