QSD: Îdiayên dewleta Tirk ne rast in

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê ragihand di êrişên dewleta Tirk a dagiker de şervanên wê şehîd nebûne.

QSD: Îdiayên dewleta Tirk ne rast in
15 ÇILE, 2024   17:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD)  bi daxuyaniyekê îdiayên dewleta Tirk a dagirker ên derbarê şehadeta şervanên wê di êrişan de derewand.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:

"Dewleta Tirk a dagirker îdia kir ku di roja 3’yemîn a êrişên wê yên terorî yên li ser herêmên me yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de hin şervanên me şehîd bûne.

Ev îdia ne rast in. Di êrişên domdar de tu şervanên me şehîd û birîndar nebûne. Giraniya êrişan li ser binesaziya sereke, saziyên xizmetguzarî, qadên niştecihbûnê û saziyên navxweyî ne. Dagirker sûcên şer didomîne ku di 3 rojan de 50 dever derbas kiriye.

Dîmenên belgekirî yên sûcên şer ku Tirkiye ya dagirker pêk tîne, wêrankirina sîstematîk a saziyên bingehîn ên xizmetguzariyê, her wiha êrişên bi zanebûn ên li dijî hêmanên jiyanê ya bi mîlyonan mirovan îdiayên dewleta Tirk a dagirker derew derdixe. Her wiha binkeftina wê nîşan dide."

(bb)