Di salvegera komploya navneteweyî de banga azadiya Rêber Abdullah Ocalan hat kirin

Di salvegera 25'emîn a komploya navneteweyî de, li kantonên Firat, Minbic, Reqa û Tebqayê rêzeçalakî ji bo banga pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan hatin lidarxistin.

11 sibat, 2024   17:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Li kantonên Firat, Minbic, Reqa û Tebqayê ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan û banga pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî rêzeçalakî hatin lidarxistin.

Li kantona Firatê bi dehan şêniyên bajarê Kobanê tev li çalakiya konvedanê ya taxa Kaniya Kurdan bûn.

Di serî de hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Firatê Ayşe Efendî der barê komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan de axivî û wiha got: "Rêbertî xwedî projeyeke demokratîk bû. Armanca wî pêkanîna aştiyê li Rojhilata Navîn bû. Lê belê ev projeya wî rê li ber projeyên dagirkeriyê yên pergalên zordest girt, ji ber wê jî wan li dijî wî komplo pêk anî."

Di çalakiyê de sînevîzyonek li ser komployê hat pêşandan.

Li bajarê Minbicê jî Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya kantona Minbicê û Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya semînerk da. Hevseroka Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya Kantona Minbicê Îbtîsama Ebdulqadir semîner bi rê ve bir.

Îbtîsam di semînerê de diyar kirk u dem hatiye ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk were, ew jî bi bilindkirina têkoşînê pêkan e, her wiha bandorên komploya navneteweyî, armanc û çawaniya berdewambûna wê heta roj îro şîrove kirin.

Di dawiya semînerê de sînevîzyonek li ser qonaxên komployê hat pêşandan.

Li kantona Tebqayê jî Meclisa Kombûna Jinan bi daxuyaniyekê bang li gelên azadîxwaz kir ku ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan hevgirtinê pêk bînin û tê bikoşin.

Li Navenda Çandê ya Reqayê jî semînerek hat dayîn û rêxistinên civaka sivîl ên kantona Reqayê panelek diyalogê li hola civînan a Yekitiya Parêzeran li dar xist.

Her wiha, Komîteya Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê û Meclisa Sivîl a Cirniyê ya kantona Tebqayê civînek bi navê "Komploya navneteweyî derbasî sala xwe ya 26'emîn dibe" li dar xist.

Di civînê de sînevîzyonek li ser komployê û serhildanên gelên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat pêşandan.

Di çalakiyan de teqezî bi bilindkirina asta têkoşînê hat dayîn û bang li rêxistinên navneteweyî yên mafên mirovan hat kirin ku binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker rawestînin.

(mh)

ANHA