Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiyên ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan didomin

Di salvegera 25'emîn a komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan de, çalakiyên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin.

11 sibat, 2024   17:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan çalakî li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin.

Meclisa Ciwanan a Partiya Sûriya Pêşerojê ya Tebqayê bi daxuyaniyekê destnîşan kir ku armanca girtina Rêber Abdullah Ocalan têkbirina hêviyên gelên azadîxwaz bû û têkbirina rizgarkirina gelan ji koletiya rejîmên desthilat û li dijî fikir û felsefeya wî ya jiyana hevbeş bersivek bû.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku komploya li dijî Rêber Abdullah Ocalan her salê bi rêbaz û siyasetên cuda li dijî gelên herêmê tê meşandin. Her wiha bêdengiya hêzên navneteweyî ya li hember tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û qedexekirina hevdîtina parêzeran pê re hat şermezarkirin.

Di dawiya daxuyaniyê de bang li rêxistinên mafên mirovan bi taybetî CPT'yê hat kirin ku lêpirsîneke zelal li dar bixin û rewşa Rêber Abdullah Ocalan zelal bikin.

EYN ÎSA

Di heman çarçoveyê de Meclisa Girê Spî civînek li dar xist û tê de sînevîzyonek li ser komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan hat pêşkêşkirin.

Piştre rêveberê meclisê Selah Reqa got: "Rêber Abdullah Ocalan di serdemeke tarî ya dîroka netewe û gelên bindest de jiya. Ev jî hişt ew bibe xwedî kesayeteke wiha ku dixwaze fikrê belavbûyî biguherîne û li şûna wî fikrekî durist û dadweriyê belav bike. Her wiha adet û kevneperestiyên ku zîhniyeta desthilatdar dane rûniştandin têk bibe. Ev jî hişt di encamê de ew tevgera azadiya Kurdistanê damezirîne."

Selah Reqa destnîşan kir ku gelek dewletên desthilatdar û kapîtalîst bi armanca rê li ber fikrên Rêber Abdullah Ocalan bigirin di komployê de beşdar bûn.

Di dawiya civînê de beşdaran nêrînên xwe parve kirin.

HOL

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) û Kongra Star civîneke gelêrî li hola civînan a PYD'ê ya navçeya Holê li dar xist. Di civînê de komploya navneteweyî hat şîrovekirin.

Endama Meclisa Giştî ya PYD'ê Ahîn Elî diyar kir ku erkê gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bilindkirina asta têkoşînê ye da ku tecrîdê têk bibe û azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk bîne.

Di dawiha civînê de sînevîzyonek li ser jiyana Rêber Abdullah Ocalan û têkoşîna wî hat pêşandan.

ÇILAXA

Kongra Star a navçeya Çilaxa ya kantona Cizîrê civînek berfireh li Navenda Çand û Hunerê li dar xist.

Di serî de endamê PYD'ê ya navçeya Çilaxa Mihemed Şerqî qonaxên têkoşîna Rêber Abdullah Ocalan ji bo gelên bindest anîn ziman û got: "Bi derketina Rêber Abdullah Ocalan re gelan azadiya xwe vegerand. Ji ber ku wan di wî de hêviya xelasî û rizgariya ji bindestiyê dît."

Şerqî destnîşan kir ku tecrîd û komplo îradeya gelan têk nabin ji ber ku êdî gelan bawer kiriye ku berxwedan rêya tekane ya pêkanîna azadiyê ye.

Di civînê de sînevîzyonek li ser komployê hat pêşandan.

(mh)

ANHA