Li gundewarên Şamê pevçûn: 2 kuştî, 8 birîndar 

Li Ceremana ya Şamê, piştî belavbûna tomareke deng ku bêrêziyê li pêxember Mihemed dike, şer û pevçûnan rû da. Di encamê de 2 kes hatin kuştin û 8 kes birîndar bûn.

Li gundewarên Şamê pevçûn: 2 kuştî, 8 birîndar 
29 nîsan, 2025   12:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Li bajarê Ceremana yê gundewarên Şamê piştî belavbûna tomareke deng ku bêrêziyê li pêxember Mihemed dike, duh derengiya şevê şer derket. Di encamê de 2 kes hatin kuştin û 8 kesên din bi giranî birîndar bûn. 

Çavkaniyên medyayî û mafên mirovan ragihand ku komên çekdar li nêzîkî deriyên bajêr bi taybet li xala kontrolê ya Nesîmê û derdora avahiya Ewlekariya Dewletê bi cih bûne û gule barandine ku rewşa ewlehiyê aloztir bû.

Çavkaniyan diyar kir ku ji ber xalên ewlehiyê yên ku ji aliyê desthilata Şamê ve hatine danîn, birîndar bo Nexweşxaneya El Radî ya li Ceremanayê hatine veguhastin.

Li deverên din, wekî Şam û Hemayê jî xwepêşandan derketin. Di dîmenan de xuya dike ku  komên çekdar derketine kolanan û gefa bersivdayînê dixwin.

Li Humisê jî xwendekarên zanîngehê li dijî bêrêziya li hemberî pêxember Mihemed xwepêşandan li dar xist û xwest hesab bê pirsîn.

Miftiyê Cemaeta Durzî Şêx Yûsif Cerbû, bang li hemû sûriyeyiyan kir û daxwaz ji wan kir ku pabendî yekitiya nîştimanî û aştiya sivîl bin. Her wiha li hember hewlên belavkirina fitneyê hişyarî da.

Mêvanxaneya El Kerama der barê rewşê de daxuyaniyek belav kir. Di daxuyaniyê de tomara deng hat şermezarkirin û hate gotin: "Deng ne bi navê xelkê Siwêdayê ye ku bi dîrok û exlaqê xwe yê nîştimanperwer tê naskirin.”

Di heman demê de, Wezareta Navxweyî ya desthilata Şamê di daxuyaniyekê de ragihand ku ew "mijara tomara dengî ya ku li ser torên civakî belav bûye dişopîne", her wiha tekez kir ku "lêkolîn hîn berdewam in ji bo naskirina xwediyê deng.”

(k)