Di rojnameyên erebî de Siwêda û nakokiyên Îsraîl-Îran

Rojnameyên erebî diyar kir ku aloziya li Siwêdayê nîşana bêbaweriya di navbera pêkhateyan û hikumeta veguhêz de ye. Der barê nakokiyên Îsraîl û Îranê de jî hate gotin, her yek ji wan hêzan modelek dewletekê temsîl dike, dixwazin bandora xwe li Rojhilata Navîn xurt bikin.

Di rojnameyên erebî de Siwêda û nakokiyên Îsraîl-Îran
18 tîrmeh, 2025   10:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên vê sibehê de rewşa Siwêdayê û aloziya domadar a di navbera Îran û Îsraîlê nirxandin.

’GUMAN LI SER BERDEWAMIYA AGIRBESTA LI SIWÊDAYÊ HENE Û HINCETÊN JI BO ALOZIYÊ’

Rojnameya El Ereb cih da rewşa ewlehî û mirovî ya aloz li Siwêdayê ku bi bûyera revandinê dest pê kir û veguherî şerekî taîfî yên xwîner û bû sedema kuştina zêdetirî 500 kesî.

Li gorî rojnameyê, çavdêr dibêjin ku aramiya serdest li Siwêdayê demkî ye û da zanîn ku eger rewş bêyî çareseriyek siyasî ya rastîn berdewam bike, hingî civak ji bo her aloziyekê amade ye.

Rojnameyê destnîşan kir ku şerê dawîn ên li Siwêdayê serhildaneke xwecih a ji rêzê nîn e, lê wekî "îfadeya aloziya baweriyeke giştî ya di navbera pêkhateyên civaka Sûriyeyê de" nirxand. Rojnameyê diyar kir ku ji bo çareserkirina aloziyê divê El Şeri dest ji mentiqê destwerdana ewlehiyê berde û diyalogên rasterast bi kêmneteweyan re veke.

EL ŞERI Û EL HECIRÎ: REHÊN TÊKEL Û AXEK KÛRTIR

Rojnameya El Quds El Erebî jî komkujî, binpêkirin û heqaretên li Siwêdayê hatin kirin şermezar kirin û ev nirxandin kir "Ev wehşiyet binpêkirinên ferdî yên ji rêzê nebûn, lê belê parçebûna kûr a siyasî, mezhebî û îdeolojîk diyar dikin ku ji aliyê Ehmed El Şeri û Hikmet El Hicrî ve tên birêvebirin ên qaşo nûnertiya dewlet û mezhebê dikin."

Rojnameyê îşaret bi vê yekê kir ku El Şeri û Hicrî berpirsên van rewşan e û wiha domand: "El Şeri di nîşandana tu reftarên rasteqîn ên serwer de têk çûye.  El Hicrî jî şêwazên serokatiya mezhebî yên ku mantiqa çiyê birêve dibin dubare kiriye."

ÎRAN Û ÎSRAÎL...Û NÊZÎKBÛNA VEBIJARKA ŞER

Rojnameya El Xalîc der barê têkiliyên Îsraîl û Îranê de nirxandin kir û wiha hat gotin " Têkiliyên di navbera Îran û Îsraîlê de tenê bi rêya prensîba hevsengiya hêzê dikarin werin fêmkirin; her yek ji wan hêzan modelek dewletekê temsîl dike, dixwazin bandora xwe li Rojhilata Navîn, bi taybetî li Kendava Erebî ku dilê hevsengiya herêmî ye, xurt bikin."

Rojnameyê bal kişand ser vê yekê ku şerê dawîn û gefên leşkerî yên beriya wî, nakokiyeke mezin a li ser jinûve sazkirina hevsengiya hêzan nîşan dide. Hate diyarkirin ku Îran hewl dide kapasîteya nukleerî bihêz bike ku gefan li Îsraîlê dixwe.

Li gorî rojnameyê, Îsraîl bi piştgiriya Amerîkayê hewl dide modelek "aştiya hêzê" ferz bike ku rê li ber derketina her hevrikekî nukleerî ya herêmî bigire. Ji ber "kompleksa Thucydides" jî vebijêrka şer anku, tirsa ji derketina hêzek nû ku dikare gefê li hêza serdest bixwe, vekirî dimîne.

(bb)