Di rojnameyên erebî de peymana Enqere-Terablusê, Xeza û Sûdan

Rojnameyên erebî peymana di navbera Enqere û hikumeta demkî ya Lîbyayê de wek "dagirkeriyê" bi nirxand. Rojnameyan têkildarî dan û standinên agirbestê yên li Xezayê jî diyar kir ku xala nakok a di dan û standinên Hemas û Îsraîlê de, eniya Philadelphiayê ye.

Di rojnameyên erebî de peymana Enqere-Terablusê, Xeza û Sûdan
19 tebax 2024   11:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî di weşanên xwe yên îro de cih da peymana di navbera dewleta Tirk a dagirker û hikumeta demkî ya Lîbyayê de, dan û standinên agirbesta Xezayê, her wiha dan û standinên li Cinêvê yên der barê aloziya Sûdanê de.

‘LÎBYA: PIŞTÎ XALÊN PEYMANA BI TIRKIYEYÊ RE HATIN AŞKERAKIRIN, REXNEYÊN MEZIN LI DEBÎBE’

Rojnameya El Şerq El Ewsat bal kişand ser peymana ku serokê hikumeta demkî ya El Wehda El Weteniya ya bi serokatiya Ebdulhemîd Debîbe di Adara îsal de bi dewleta Tirk re îmze kiribû. Rojnameyê diyar kir ku piştî bendên peymanê aşkera bûn, rexneyên tund li Debîbe hatin kirin.

Li gorî rojnameyê peymana ku Debîbe û Enqereyê îmze kiriye ji 24 xalan pêk tê û peyman feydeyên berfireh û parêzbendiya qanûnî dide hêzên Tirkiyeyê yên li rojavayê Lîbyayê.

Di nûçeyê de hatiye gotin ku aliyên Lîbyayê peyman wek "Teslîmbûyîna temamî ji Enqereyê re", "Peymana şerm û şermezariyê" bi nav kir. Her wiha hate diyarkirin ku şîrovekarên siyasî got peyman "Têrê dike ku tavahî bajarên Lîbyayê li dijî mêtingeriya Tirk rabin".

Di dewama nûçeyê de hate diyarkirin ku şîrovekar dibêjin "Peyman dê Lîbyayê veguherîne baregeheke leşkerî ya tirkî, her wiha dê derfetê bide Tirkiyeyê ku bêyî astengî xwe bigihîne qadên hewayî û deryayî yên Lîbyayê. Ev jî dê bide sedema zêdebûna aloziya herêmî."

Li gorî rojnameyê ku cih daye nirxandina şîrovekaran jî "Eger bendên peymanê bikevin meriyetê, ev tê wateya ku Lîbya bi fermî dikeve bin dagirkeriya Tirk, dê Tirkiye berdêla dagirkeriya xwe jî bixwaze.”

‘NAKOKIYA LI SER ENIYA PHILADELPHIAYÊ HEWLDANÊN LIHEVHATINA LI SER XEZAYÊ ASTENG DIKE’

Rojnameya El Ereb ku bal kişand ser diyalogên pêkanîna agirbestê yên li Xezayê, diyar kir: "Li gorî medyaya Îsraîlê, eniya Philadelphiayê xala sereke ya nakokiyê ye. Hemas israr dike ku artêşa Îsraîlê ji eniya Philadelphiayê vekişe, lê Til Avîv jî bi israr e ku li eniyê bimîne da ku li pêşiya jinûve sererastkirina tunelên qaçaxçîtiya li Sînayê bigire. Dibe ku Îsraîl ji bo serbestberdana rehîneyan bi kêmanî 6 hefteyan ji eniyê vekişe.”

‘NAVEROKA DAN Û STANDINÊN CINÊVÊ YÊN DER BARÊ ŞERÊ SÛDANÊ DE ÇI YE?’

Dan û standinên li Cinêvê yên der barê aloziya Sûdanê de yek ji rojevên rojnameya El Erebî El Cedîd e.

Rojnameyê destnîşan kir ku dibe dan û standinên Cinêvê ji dan û standinên berê cudatir bin û wiha hat domandin: "Navbeynkar û çavdêr hewl didin nêrînekê hevbeş li ser damezirandina mekanîzmayeke rawestandina kiryarên leşkerî, an rawestandina aloziyê û vekirina deriyên sînorî li ber derbasbûna alîkariyên mirovî ava bikin.”

Di dewama nûçeyê de hate gotin: "Ya destekê dide vê hewldanê ew e ku Meclisa Serweriyê biryar da ku deriyê sînor ê Adrê yê bi Çadê re, li ber alîkariyên mirovî yên navneteweyî veke. Ev tê wateya ku dê alîkarî bi erêkirina artêşa Sûdanê li herêmên di bin kontrola Hêzên Piştgiriya Lezgîn re derbas bikin. Dibe ku ev jî fêdeyê bide dan û standinên Cinêvê û deriyên torên dan û standinên rasterast di navbera aliyên nakok ên Sûdanê de veke."

(bb)