Dibin parastina PDK’ê de sewqiyata leşkerî dewam dike

Sewqiyata leşkerî ya dewleta Tirk a dagirker ya ji bo Başûrê Kurdistanê, dibin parastina PDK’ê de bê navber dewam dike. Duh bi şev jî bi dehan wesayît veguhestin Amêdiyê.

Dibin parastina PDK’ê de sewqiyata leşkerî dewam dike
19 tebax 2024   10:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Rojnewsê, doh bi şev bi dehan wesayîtên leşkerî yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker çûn gundê Guherzê yê navçeya Amediyê ya Dihokê.

Hemû sewqiyata leşkerî di bin parastina PDK'ê de tê kirin. Wesayîtên zirxî di nav deverên dagîrkirî de bi ala herêma Kurdistanê tevdigere. PDK’ê leşkerên Tirk ên dagirker diparêze.