Di rojnameyên erebî de îro; zextên li dijî hêzên Tirk ên li Iraqê û guhertina helwesta DYA’yê li Sûriyê

Piştî ku PKK’ê rawestandina şerê çekdarî ragihand, bangên ji bo bidawîkirina dagirkeriya Tirk li ser axa Iraqê zêde bûne. Li Sûriyeyê hewlên Kurdan ji bo avakirina şandeyeke yekgirtî ji bo diyaloga li gel hikumeta Şamê berdewam in. Di heman demê de serdana serokê DYA’yê Trump a li Kendavê ketiye rojeva cîhanê.

Di rojnameyên erebî de îro; zextên li dijî hêzên Tirk ên li Iraqê û guhertina helwesta DYA’yê li Sûriyê
14 gulan, 2025   10:26
NVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên îro behsa zextên partî û hêzên siyasî yên li ser hikumeta Iraqê ji bo bidawîkirina hebûna dewleta Tirk li herêmê û guhertina helwesta Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) a têkildarî Sûriyeyê kir.

‘KONGREYA PKK’Ê LI SER HEBÛNA HÊZÊN TIRK ÊN LI IRAQÊ ZEXT LI BEXDAYÊ KIR’

Rojnameya El Ereb diyar kir ku daxuyaniya Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) a li ser fesixkirina xwe û bidawîkirina şerê çekdarî, rê li ber zêdebûna zextên siyasî yên li ser hikumeta Iraqê vekiriye. Hêzên siyasî ji bo bidawîkirina dagirkeriya dewleta Tirk a li Iraqê ji ber ku hincetên wê neman, zextê li Bexdayê dikin.

Rojnameyê wiha nivîsand: "Aliyên siyasî yên iraqî ev pêngava PKK`ê wek derfetekê dît ji bo bihêzkirina helwesta xwe ya li hember serokwezîr Mihemed Şiya Sûdanî ku tewanbar dikin ku li hember zextên Tirkiyeyê teslîm bûye û ji bo serweriya nîştimanî kêmasiyan dike.”

‘KURDÊN SÛRIYEYÊ KAXEZÊN XWE AMADE DIKIN: ŞANDEYEKE YEKGIRTÎ JI BO DAN Û STANDINÊ LI GEL ŞAMÊ’

Rojnameya El Exbar a Lubnanê ragihand ku "Hêzên Kurd ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest bi gavên pratîk kiriye ji bo pêkanîna şandeyeke yekgirtî ji diyaloga siyasî bi hikumeta Sûriyeyê re li Şamê. Ev yek piştî konferanseke vê dawiyê ya ku ji aliyê van hêzan ve hat lidarxistin, pêk hat ku di encamê de lihevkirineke siyasî di nava wan de pêk hat.”

Rojnameyê li ser zimanê çavkaniyên Kurd ragihand: "Di rojên pêş de dê hevdîtinên li pey hev li gel aliyên di konferansê de beşdar bûn bên kirin, bi mebesta destnîşankirina navên endamên şandeyê yên ku dê erka gotûbêjkirina belgeya pejirandî bi desthilata Sûriyeyê re bigirin ser xwe."

Rojnameyê diyar kir ku nêrîna destpêkê der barê endamên şandeyê de niha amade ye, li benda destpêkirina fermî ya diyalogê ye.

‘TRUMP JI RIYADÊYE: JI BO SÛRIYEYÊ DERFETÊN BAŞ’

Rojnameya El Şerq El Ewset bal kişand ser axaftina serokê DYA’yê Donald Trump a li ser Sûriyeyê û sedema guhertina helwesta wî pirsî. Rojnameyê ragihand: "Trump di wê baweriyê de ye ku berdewamiya cezayan dikare bibe sedema parçebûna zêdetir li Sûriyeyê û baştir e ku rejîma niha bi şaşiyên ya berê neyê cezakirin û ne jî gelê Sûriyeyê were cezakirin.”

Di heman mijarê de rojnama El Ereb serdana Trump a li Erebistana Siûdî di wê demê de wek "teqezkirina rola Kendavê wek aktoreke sereke di çespandina siberoja herêmê de" nirxand û bal kişand ser wê yekê ku Washington niha Kendavê wek "çêkera siberojê" dibîne.

(k)