Di rojekê de herî kêm 7 kes hatin kuştin

Di nava 24 saetên dawî de li herêmên cuda yên Sûriyeyê herî kêm 7 kes hatin kuştin.

Di rojekê de herî kêm 7 kes hatin kuştin
4 hezîran, 2025   09:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Sûriyeyê ya Mafên Miroav ragihand ku  di 24 saetên borî de 7 kes li deverên curbicur ên Sûriyê hatin kuştin.

Li bajarê Hemayê, li çerxerêya El Firûsiyê termê zilamekî 40 salî ku gi guleyan hatibû kuştin hat dîtin. Li taxa Şêx Enberê ciwanek  ji aliyê kesên nenas ve hat bi guleyan hat kuştin.

Li Derayê, zilamek ku berî çend rojan dema hewildana kuştina"fermandarekî berê yê Artêşa Azad a Sûriyê" birîndar bûbû, mir.

Li bajarokê El Şe'fa yê gundewarê rojhilatê Dêrazorê, welatiyekî ji nakokiyeke kevin, bi guleya çekdarên nenas hat kuştin.

Li gundewarê Babê ya dagirkirî, 2 çeteyên artêşa Tirk a dagirker di pevçûneke ji ber nakokiyên li ser pereyan hatin kuştin.

(k)