Xwepêşandan li dijî buhayê genim berdewam dikin

Cotkarên Sûriyeyê ev 2 roj e li pey hev li çend bajaran xwepêşandanên xwe berdewam dikin û buhayê genim ê ku ji hêla hikumeta demkî ve hatiye destnîşankirin, qebûl nakin.

Xwepêşandan li dijî buhayê genim berdewam dikin
18 gulan, 2026   15:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Xwepêşandan li gelek bajar û bajarokên Sûriyeyê, bi taybetî li deverên çandiniyê, di roja duyemîn de dewam kirin. Cotkar biryara Wezareta Aboriyê ya hikumeta demkî ya destnîşankirina buhayê kirîna tonek genim bi 46 hezar lîreyên Sûriyeyê red dikin.

Biryar ku roja Şemiyê derket, di nav cotkaran de nerazîbûn çêkir. Cotkaran diyar kir ku ev buha ji ber zêdebûna bihayên sotemenî, semad, tov û veguhastinê, kêmî lêçûnên çandiniyê ye.

Li bajarên Hama, Reqa, Dêrazorê, Hesekê û Amûdê, xwepêşandan di roja duyemîn de hatin lidarxistin.

Di xwepêşandanan de cotkaran simbilên genim bilind kirin û dirûşmên rexnekirina polîtîkayên aborî yên heyî berz kirin.

Cotkaran her wiha pankartên "Me çandinî rawestand", "Mirovan ji tiştên wan bê par nehêlin", "Genim zêra Cizîrê ye, neşewitînin" bilind kirin.

(k)