Di roja 2ˊyan a Festîvala Mîtan de şanoya ˊNêrînekˊ hate pêşkêşkirin
Festîvala Mîtan a Şano bi durişma ˊVeger nêz e, em bi hêvî neˊ di roja 2ˊyan de bi şanoya bi navê ˊNêrînekˊ hate pêşkêşkirin.
Bi sponseriya Desteya Çand û Hunerê ya Kantona Efrîn û Şehbayê Festîvala 5ˊan a Mîtan a Şanoyê di roja 2ˊyan de şanoya ˊNêrînekˊ pêşkêş kir.
Şano li hola Mîtan a navçeya Ehdasê ya Şehbayê bi beşdariya koçberên Efrînê û şêniyên Şehbayê hate pêşkêşkirin. Koma Şano ya Naveda Çand û Hunerê ya Cemîl Horo şano pêşkêş kir.
Şanoger Ehmed Mekeratî şano nivîs û derhêneriya şanoyê jî şanoger Ebdurehman Omer kir.
Naveroka şanoyê li ser rewşa Sûriyeyê ya niha bû; ji nebûna nan, qutbûna avê, her wiha karesatên heyî.
ANHA