Di Mîhrîcana Rojava de Pêşangeha Şehîd Herekol hat nirxandin

Di Mîhrîcana Rojava ya Çand û Hunerê de Pêşangeha 9’emîn a Pirtûkan a Şehîd Herekol hat nirxandin û rêbazên pêşxistina pêşangehê dema pêş hatin nîqaşkirin.

24 kanûn, 2025   22:03
QAMIŞLO

Mîhrîcana Rojava ya Çand û Hunerê ya 11ˊemîn ku ji aliyê Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) ve  hatiye birêxistinkirin di roja xwe ya 5’an de li navenda HRRK’ê ya li bajarê Qamişloyê didome.

Mîhrîcan bi diruşma "Asmanê Welêt Têra Xewnên me Hemûyan Dike", bi beşdariya rewşenbîr, nivîskar, siyasetmedar, hunermend, helbestvan, nûnerên Rêveberiya Xweser, saziyên civaka sivîl, rêxistinên jin û partiyên siyasî bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir.

Piştre panelek ku ser Pêşangeha Şehîd Herekol a Pirtûkan a Navneteweyî ya 9`emîn hat lidarxistin. Di panelê de erênî û kêmasiyê di pêşangehê de hatin nirxandin. Ji bo derbaskirina kêmasiyan û pêşxistina pêşangehên demên pêş de jî pêşniyar hatin kirin.

Endamê Desteya Rêveber a HRRKˊê Ebdilbarî Ehmê ku panel bi rêve bir pirsên ji bo nîqaşê kirin.

Hevserokên Navendên Çand û Hunerê Ebdilmecîd Xelef û ji rêveberên Weşanên Şilêr Selahedîn Yûsif û Azad Daûd der bar pêşangehê de nêrînên xwe anîn ziman.

Axêveran anî ziman ku armanca ji Pêşangeha Şehîd Herekol komkirina nivîskar û rewşenbîrên kom bikin, berhemên wan belav bikin û bigihînin beşek mezin a civakê. Hat gotin ku bi hêvî ne pêşangehê ne tenê li Qamişloyê li tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê were vekirin.

Hat destnîşankirin ku hin astengiyên derbasbkirina pirtûkan li derveyî sînor hebûn.

Mêvanên tev li mîhrîcanê bûne nêrîn û rexne ji bo nûnerên pirtûkxaneyên beşdarî pêşangehê bûne kirin.

Di dawiyê de Desteya Hevbeş a Nivîskar û Rewşenbîrên Kurd li Rojavayê Kurdistanê hunermend Mihemed Elî Şakir bi bîr anî. Dûre helbest hatin xwendin û stranên hatin pêşkêşkirin.

Mîhrîcan heta 30ˊyê Kanûnê didome.

Hêjaye bibîrxistinê ku Pêşangeha Şehîd Herekol a Pirtûkan a Navneteweyî ya 9’emîn di 20’ê Cotmehê (2025) de bi dirûşma “Pirtûk kilîta şaristaniyê ye” li Parka Azadî ya bajarê Qamişloyê dest pê kiribû û 26’ê heman mehê bi dawî bibû.

 (fr)

ANHA