Di Mîhrîcana Rojava de nîqaşa li ser `Rêzimana Kurmancî`

‘Rêzimana Kurmancî di Navbera Qebûlkirin û Rexnekirinê de’ yek ji mijarên Mîhrîcana Rojava bû. Hevseroka SZK`ê got “Em nirxandin û rexneyên ku ji me re hatine, dinirxînin. Heke pêdivî bi guhertinan hebe em ê bikin.”

Di Mîhrîcana Rojava de nîqaşa li ser `Rêzimana Kurmancî`
16 kanûn, 2023   11:29
QAMIŞLO
SÎMA BIROKÊ

Di roja yekemîn 9`emîn Mîhrîcana Rojava ya Çand û Hunerê de ku ji aliyê Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) ve tê birêxistinkirin, panela bi sernavê `Rêzimana Kurmancî di Navbera Qebûlkirin û Rexnekirinê de’ li dar ket.

Pirtûka `Rêzimana Kurmancî` îsal ji aliyê Saziya Zimanê Kurdî (SZK) ve hatibû weşandin.

Panel li navenda HRRK`ê ya li Qamişloyê ji aliyê her du nivîskarên pirtûkê hevseroka SZK`ê Viyan Hesen û endamê SZK`ê Ferhad Mûsa, her wiha endamê SZK`ê Ferîd Xelîl ve hate birêvebirin.

Der barê mijarê de hevseroka SZK`ê Viyan Hesen ji ajansa me re axivî. Viyan Hesen diyar kir ku wan ji destpêka derxistina berhemê ve ji bo qebûlkirina rexneyê gotiye ew ê amade bin û wiha got: “Ji me re gelek rexne hatine, hin kesan li ser çend mijaran nêrînên xwe şandine, em wan nêrînan dixwînin û dinirxînin. Heke pêdivî bi hinek guhartinan hebe, em ê pêk bînin.”

Viyan Hesen wiha domand: “Hin kes bi armanca berhem baştir bibe, dinirxînin, hinekên din jî bêyî ku pirtûkê bixwînin, axaftinan dikin. Em rexneyên ku ji me re tên şandin û yê ku bi armanca pirtûk baştir bibe tenê li ber çavan digirin.”

Di panelê de mamosteyê zimanê kurdî Hesen Mele Hesen jî diyar kir ku pirtûka Rêzimana Kurmancî ji bo zimanekî yekgirtî pêwîstiyek e.

Hesen Mele Hesen têbîniyên xwe wiha anîn ziman: “Gelek xal hebûn, min jê sûd girt, li kêleka wê nivîskaran xwestiye têgehan bêhtir bidin fêmkirin ji bo xelkê Rojava. Lê di hin cihan de dirêjtir kirin û ji zarava û zimanên din anîne, li vir heke kurmanciya me dewlemend e, em ji derve neynin çêtir e.”

Hesen Mele Hesen destnîşan kir ku ji bo başkirina berhema `Rêzimana Kurmancî` divê mamosteyên ziman jî têbînî û nirxandinên xwe bigihînin SZK`ê.

ANHA